Duhî hikûmeta keneda di daxuyaniyekê de daxwaza dadgehkirina encamderên tawanên şer li Sûriyê kir, û got ku ewê berdewam be di bizavên xwe yên ji bo handana civaka navdewletî bo karekî wisa.
Hikûmeta Keneda şermezarî û nîgeraniya xwe ya mezin nîşan da, derbarê encamên raporta hevbeş ya ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kêmyayî û NY hatî belavkirin, ya derbarê berpirsyaretiya rijêma Esed di ber kuştina bi dehên sivîlan li Sûriyê bi bikaranîna çekên kêmyayî.
Daxuyaniya hikûmeta Keneda bal kişand ku ev belge ye li ser bikaranîna gaza sarînê ji aliyê Rijêmê di êrîşa 4’ê nîsana borî de dijî parêzgeha Idlibê û kuştina bi dehên sivîlan tev zarokan, û her weha tekezkirin e ji bikaranîna gaza Xerdela Kibrîtê ji aliyê rêxistina DAIŞê li êlûna 2016.
Daxuyaniya hikûmeta keneda dît ku bikaranîna çekên kêmyayî ji çi aliyekî be, binpêkirin e ji yasa navdewletî re, û berdewamiya sizanekirina tawanbaran nayê qebûlkirin, û divê tawankar bêne dadgehkirin.
Herwiha hikûmeta keneda bêzariya xwe nîşan da li hember biryara Rûsiya û bikaranîna vîto berî heftiyekê li dijî nûkirina mîkanizma lêkolîna hevbeş ya encûmena ewlehiya navdewletî, û bal kişand ku vîto nehemîn car ji aliyê Rûsiya tê bikaranîn ji bo parastina rijêma Esed.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî bi tundî bikaranîna mafê redkirinê “vîto” ji aliyê Rûsiya şermezar kiribû, û dîtibû ku ev “cara nehemîn e helwesta Rûsiya li encûmena ewlehiyê berdewam e, di warê kospkirina destpêşxeriyan de, û parastina tawankaran ji dadgehkirinê, û vekirina dergehan li pêşiya tawanbarên şer ji bo pêkanîna tawanên xwe bê tirsa ji sizakirinê“.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiyê Niştimanî