Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya gelê bira yê Tûnisê kir, bi helkefta serkeftina berbijarê serbixwe Qays Saîd bo serokatiya Tûnisê di gera duyem ya hilbijartinên serokatiyê de.
Hevbendî hêviya serkeftinê ji serokê nû yê Tûnisî Qays Saîd re dike, baweriya xwe bi bijardeya azad û demokrat ya gelê Tûnisî piştrast dike, û diyar dike ku serokê helbijartî dê prosesa serkeftin û pêşkeftinê li Tûnisê bidomîne, û dê di xizmeta gelê Tûnisî û bicihkirina bijardeya demokratiyê de, ya berhemê keda şoreşa Yasimîn e, berdewam be.
Em hêvîdar in serkeftina ezmûna Tûnisî berdewam bimîne, û xelkê Sûriyê jî di demek nêzîk de azadiya xwe weke birayên xwe yên tûnisî dabîn bikin, û projeya guhartinê ya qurbanên pir mezin ji bo wê dane misoger bikin .
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
14 cotmeh 2019