Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştgiriya xwe ji daxuyaniya Riyad û biryarên wê re da û bi taybetî ya damezirandina hevpeymaneke istiratîcî ji bo misogerkirina “Ewlehî û aştiyê” li herêmê û piştgiriya operasiyonên li dijî tiroristiyê, û giring e bilez bin tako bendên daxuyaniyê li gora alavên peyketin yên pêşinyar kirine kartêker bibin.
Hevbendî pîroziya qiral Selman Bin Ebdulezîz Al Siûd kir derbarê serkeftina komcivîn û civînên bi amadebûna serokê Emerîkî çêbûn, û li ser giringiya xalên daxuyaniya Riyad tekez kir bi taybetî yên girêdayî bi kirdeyên rêjîma Îranî yên ko ziyanê dighînin ewlekarî û aramiya herêmê û cîhanê, û berdewamiya wê ya piştgiriya tiroristiyê û tundrewiyê dike.
Hevbendî helwestên Erebistana Siûdî bilind dinerxîne û ji dêvla miletê Sûrî ve spasiya bizava Siûdiyê dike, û bihêvî ye ko herdem serkeftî be û bi pêşve biçe û di piştgiriya maf û diristiyê de li her cihî berdewam be.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
23.05.2017