Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Milîsên “PYD”ê di çarçova hilmeta xwe ya terorîstî ya berdewam de; di heftiya bûrî de du endamên Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya li bajarê Hesekê revandin, piştî revandina 3 endamên ENKSê (ku pêkhateyeke sereke ya Hevbendiyê ye), tevî revandina du rojnamevan û peyamnêran ku hêjî çarenivîsa wan ne diyar e.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, kiryarên tepeserî û tawanên metirsîdar yên van milîsan şermezar dike, û hevdem tekez dike ku ew kiryar nayên pejirandin û şermezarkirî ne, û pêwîst e encamdarên wan bêne dadgehkirin.
Hevbendî dubare daxwazê ji wan aliyên ku piştgiriyê didin van milîsên tundutîjî û terorê bikar tînin, nemaze di derheqê ENKSê û pêkhateyên wê de , ku li xwe vegerin û fişaran li wan bikin ta ku dest ji kiryar û tawanên xwe yên berovajî daxwaz û berjewendiyên xelkê Sûriyê ne berdin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
23 gulan 2017