Roja Sêşemê 23 gulanê çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD ve Silêman Oso endamê komîta pêwendiyên derve ya Encumana Niştimanî ya Kurd û Nafi Ebdullah Endamê komîta navendî ya Partî Dîmoqratî Kurdistanî – Sûriya girtin.
Nafi Ebdulah li ser rêbendeke PYD li gundê Xezna yê nêzîk Qamişlo demjmêr 6 esrê dema ku ji erkekî behîdariyê vedigeriya hate binçavkirin .
Her wiha Silêman Oso demjmêr 10 êvarê ji mala xwe ya li bajarê Qamişlo hat binçavkirin ji aliyê çekdarên PYD ve li gor tekezkirina kurê wî Ciwan ji peyamnêrê me re.
Tê zanîn ku di dema dawî de hejmarek ji serkirdeyên ENKS û partiyên wê ji hêla PYD ve hatine binçavkirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî