Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Komeke çekdar ya ser bi milîtanên PYD ve mamoste Ebdulhemîd Temo endamê Hevendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê duh yekşemê ji herêma Dirbêsiyê li gundewarê Hesekê revand.
Mamoste Ebdulhemîd Temo endamê Hevendiya Niştimanî û endamê Encûmena niştimanî Kurdî û berpirsiyarê peywendiyên derve yê Şepêla Paşeroja Kurdî, û birayê şehîd Mişel Temo ye.
Hevbendî daxwaz dike ko mamoste Ebdulhemîd Temo û hemû çalakvan û girtiyên di zindanên PYD bi lez û bê merc bêne berdan, hevbendî hişyariyê dide ji berdewamiya zordarî û binpêkirinên derheqê sivîl û çalakvanên miletê Sûrî dibin.
Ev tawankarî pirotesto û redkirî ye, ew kopiyeke ji tawankariyên rêjîma Esed yên ji bo tirsandin û têkbirina viyana gelê Sûriyê bidin, li pêşberî van tawankariyan hevbendiya niştimanî careke din tekez dike ko giring e yekser hemû cûreyên piştgiriya van milîtanan bête rawestandin.
Hevendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragehandinê
04.06.2018