Serokê desteya danustandinên Sûriyê, Dr. Nesir Elherîrî ligel Eymen Elsefedî wezîrê derve yê Urdinê civiya, û behsa dawîtirîn guhertinên meydanî û nemaze tawanên rijêmê yên li başûrê Sûriyê kirin.
Dr. Nesir Elherîrî li ser twitterê diyar kir ku wî ligel Wezîrê derve rewşa meydanî gengeşe kir, û Elsefedî ji aliyê xwe ve rijdiya welatê xwe li ser rêkeftinnameya “kêmkirina zêdebûna şer” li başûr û parastina jiyana sivîlan û pabendiya Urdinê bi çareseriya siyasî ya tekûz ya ligor biryara konseya ewlekariyê 2254 ya bi çavdêriya NY li Cenêv piştrast kir.
Ku niha ji aliyê hêzên rijêmê û milîsên terorîst yên Îranê gef li navçeya başûr têne xwarin, bi sedema komkirina hêzeke leşkerî ya mezin li wê navçeyê, û girtevîdiyoyek li ser malperên Internetê li ser zarê hin fermandarên artêşa azad belav bû û têde tekez kirin ku ew derbasbûna hêzên rijêmê li wan navçeyan red dikin, bi berhevî û amadekariya xwe ya tekûz li hember her heweke pêşketina hêzên rijêmê ber bi wan navçeyan diyar kirin.
Herwiha bal kişandine ku ew hêviya girêdidin li ser xelkê Der’a û Horanê û dibêjin: “ku wê qedir û meziniya şoreşê li Şama dagîrkirî û li Siwêda û Helebê û Xûtayê vegerênin”, û herwiha têde daxwaza derketina milîsên Îranê û hêzên Rûsiya kirine, û ew bi hêzên dagîrker binav kirin.
Li aliyekî din, desteyên siyasî û tabûrên artêşa azad li Der”ayê duhî roja yekşemê civînek li gundê “Xirz” li baregehê encûmena dadweriya bilind li Horanê lidar xistin, û têde biryara berxwedan û tekoşînê li dijî rijêma Esed dan.
Qasim Necim, fermandarê hevpeymaniya başûr di çavpêketinekê de ligel ajansa “SMRAT” got ku ew her serweriyeke navdewletî ya ne ligel piransîpên şoreşê red dikin, û serokê encûmena Horan ya şoreşgerî Dr. Mihemed Elzi’bî got: “berxwedan û xweragerî ji aliyê amadebûyên civînê ve hat standin”, û bal kişand ku her rêkeftinek “neguncayî be ligel armancên şoreşa me, ew bi reng û naveroka xwe ve nayê qebûlkirin”.
Hevdem ku xelkê Der’a li roja înê derketibûn xwepêşandanan li dijî derbasbûna hêzên rijêmê li navçeyên wan û têde niyazên xwe ji bo dijberiya hatina wan hêzan dupat kiribûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî