Koma Kar ya ji bo Filestîniyên Sûriyê ragehand ko piştî operasiyona leşkerî ya tund ya bi serpereştiya rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsya li dijî kampa Elyermûk ya ko ji nîveka nîsana borî dest pê kiriye, hejmara qurbaniyên Filestînî zêdetir bûye.
Komê di daxuyaniyeke xwe de destnîşan kir ko hejmara Filestîniyên ko di operasiyonê de şehîd ketine gihaye 3766 penaberî, 477 ji wan jin in, û di heyva borî de 32 penaberên Filestînî şehîd ketine.
û diyar kir ko sedemên mirinê bombebaran, pevçûn, girtin û êşkencekirina zindanan in, hêzên rêjîmê bi beşdarbûna Rûsya piştî wêrankirina Xûta û valakirina wê ji niştecihan, berê xwe dane kampa Elyermûk ya ko ketiye ber dorpêç û bombebaraneke tund bi amanca valakirina herêmê û koçberkirina niştecihên wê yên mayî.
Toreyên mafnasiyê bal kişandin ser ko rêjîma Esed li dijî sivîlan operasiyonên leşkerî pêk anîne, bê ko guh bide hişyariyên navdewletî, û dibînin ko ev bi amanca fişarê bidin ser xelkê ji bo ji cihên xwe derkevin.
Netewên yekgirtî berê anîbû ziman ko rêjîma Esed nahêle alîkariyên mirovî derbasî kampê bibin, û daxwaz kir ko giring e sivîlên li wir bêne parastin, di heman çaxî de rêjîma Esed bi hemû cûreyên mirinê sivîl dorpêç kirine, li gora daxuyaniya hevbendiya niştimanî Sûrî tekez kir, ev kirde tekûzkirina koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî ne, û kar dike bo milîtanên ji derve anîne li wir bicih bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê siyaseta rêjîma Esed û milîtanên hevalbendên wê pirotesto kir, û dibîne ev astengkirina çareserkirina siyasî ye, û siyaseta xaka sotandî hemû cûreyên tawankariyên cengê ji zordarî, girtin, bombebaran, û koçkirina sivîlan bikar tîne . û Hevbendiyê ji civaka navdewletî daxwaz kir ko vekolînê di tawankariyên çêbûne de bike û dosya wan bişîne dadgeha tawankariyên navdewletî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî