Acansa “Akî” ya Îtalî ya nûçeyan, diyar kir ko milîtanên Îranî yên tirorist di bin perda rêjîma Esed de vegeriyane herêma başûr, di heman dema hatina girseya hêzên leşkerî bo tixûbên herêma rizgarkirî li parêzgeha Der’a û Quneytire.
Acansê diyar kir ko milîtanên Îranî bi cil û bergên hêzên rêjîmê û zerîpoşên wê hetine aniyên Der’a, û di raporeteke xwe ya duhî duşembê belav bûye de gotiye: ‘’Milîtanên leşkerî yên Îranî an jî yên bi ser Îranê ve, şemiya borî 02. hezîranê, operasiyonên vekişandinê ji cihên xwe li bakurê Der’a ber bi nêzîkî Şamê ve dest pê kirin , hinan guman kir ko ew milîtan vekişyane, lê di pey re diyar bû ko ew vekişandin bo , li jêr sîwana rêjîmê, careke din bêne başûrê Sûriyê. ‘’
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku Îran beraberiya viyana navdewletî dike, û hewil dide endamên xwe yên milîtanên tirorist li Sûriyê bêtir bike, û anî ziman ko hêzên rêjîmê ‘’serûkên dagîrkeriya Îranî ne’’ û şer li herêma başûr bi fermana Îranê gûr dikin.
Çend efserên artêşa Sûrî ya azad bal kişandin ser ko ‘’ milîtanên bi ser Îranê ve cihên xwe diguherin û diçin bargehên hêzên rêjîmê, ji bo ji nû ve biçin başûr piştî ko cil û alavên xwe bi yên hêzên rêjîmê biguherin.‘’
Serokê Hevbendiya niştimanî Ebdulrehman Mistefa, rêjîma Esed gunehkar di ber vê rewşê de dît, û got ku ew berpirsiyar e ji ber Sûriya kiriye meydana tolvedanên di navbera hêzên herêmî de, û kiriye navendeke tiroristiya sînorbuhêr ya ko Îran serpereştiya wê dike, û got ko rêjîm ji çend salan ve derfetê li pêşiya milîtanên tirorist yên Îranî vedike bo derbasî xaka Sûriyê bibin, û wê maf da Îranê ko Sûriyê bike kaxezeke fişara herêmî bo armanc û pirojeyê xwe yê atomî cîbicî bike.
Mistefa careke din tekez kir ko giring e civaka navdewletî bi heman çavê li Îranê dinere li rêjîma Esed jî binere, çimkî herdû aştî û ewlehiya navdewletî têk didin, û divê li himber çalakiyên wan yên tiroristî bête derketin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî