Li van herdu rojên borî çend xwepêşandan ji aliyê xelkê bajarê Tertûsê hatin lidarxistin, bi armanca redkirina tevlîbûna ciwanên bajêr li nav hêzên rijêma Esed û beşdariya wan di şer û pêvçûnên li navçeyên cuda cuda yên Sûriyê de.
Û çalakvanên Tertûsê gotin ku rijêm niha bi hilmeteke berfereh li nav ciwanên bajêr radibe, ji bo leşkerkirinê û amadekirina wan bo şerê Der’ayê, piştî ziyamên mezin yên li nav hêzên wê di van şerên dawiyê de, û çalakvanan bal kişandin ku dam û dezgehên ewlekariyê û muxabaretan bi hilmeteke binçavkirinê ya berfereh rabûn, yekser piştî bidawîhatina xwepêşandanan.
Xwepêşanderan daxwaza rawestandina leşkerkirina kotekî ya ciwanan kirin, û daxwaz ji serokê rijêmê Beşar Esed kirin ku kurên berpirsyaran li şûna ciwanên wan bo leşkeriyê bêne şandin, bi berzkirina dirûşmên: “Xwîna me ne ji bo kursiyê te ye, ji ber vê yekê em dixwazin ku tu kurên wezîr û berpirsyaran bişêne ji bo berevaniyê di ber te û kursiyê te de bikin”.
Herwiha li ser çend malperên Internetê belav bû ku bi sedema redkirina şandina ciwanên bajêr ber bi şerên “mirinê li ser çeperên Der’a” sê kes ji aliyê hêzên ewlekariya rijêmê ve hatine girtin.
Û diyar kirin ku hêzên ewlekariya rijêmê parêzer Nidal Mihemed Eslan û mamosteyê zanîngehê Salih Seqir û xanim Linda Ezîz Xêrbeg binçav kirin. û gotin ku “bajarê wan bi hezarên qurbaniyan di ber hikumraniya wî de dane, heta ku parêzgeha wan bûye paytexta şehîdan, wek ew û alîgirên xwe dibêjin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî