Serokê Hevbendiya Niştimaniya ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê berêz Ebdulrehman Mistefa, amadebûna Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî nîşan da ji bo beşdariya di rêveberiya sercem navçeyên ji destê PYDê derdikevin, û aktivkirina dezgehên pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê wan navçeyan.
Mistefa îro roja sêşemê di axiftineke taybet de, diyar kir ku kiryarên wan milîsan yên berdewam di derheqê xelkê de wek heman kiryarên rijêmê ne, nemaze derbarê kiryarên kuştin û binçavkirinê, ku dumahîk kiryar roja şembiyê bû, bi binçavkirina endamê Hevbendiya Niştimanî Ebduhemîd Temo.
Û Mistefa bal kişand ku xwepêşandanên berfereh ji bo derketina milîsên PYDê ji aliyê xelkê lidar dikevin, bi sedema tawanên wan yên rojane, yên hevşêweyê rêbaza stemkarî ya hikumraniya malbata Esed in.
Û got ku tîmên hikûmeta demkî amade ne ji bo derbasbûna wan navçeyên ji destê milîsên terorîst derdikevin, û herwiha ew tîm amade ne ji bo rêveberî û pêşkêşkirina alîkariyan bo xelkê wan navçeyan bikin “, û daxwaza rawestandina piştgiriyê ji wan milîsan re bi awayekî bilez kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî