Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Piştî zêdekirina fişaran di derheqa zêdetir ji 500 girtiyê û torekirina wan di hindur zîndanê de ji aliyê hêzên Rijêmê û rêveberin “zîndana Himusê ya navendî” heta gihişt hewlên pêkanîna êrîşan li ser zîndanê li roja duşemê (16’ê çiriya pêşiyê), ku girtiyên girevgirtî ji hindur zîndanê hevkarî û yekdengiya xwe ji bo daxwazên xwe tekez kirin û gireva birçîbûnê ragihandin heta pêkanîna daxwazên xwe yên ji bo azadiyê û serbestberdana bilez.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê piştgiriya xwe ya tekûz ji bo daxwazên girtiyên girtîgeha Himusê ya navendî dupat dike, û cext li ser giringiya rawestandina bilez ya her hewleka pêkanîna êrîşekî li ser girtîgehê ji aliyê hêzên Rijêmê û nûkirina birîna eletrîkê û jêderê avê li ser girtiyan.
Tevlî berpirsyaretiya Rijêmêya tekûz li hember rewşa niha ya girtîgeha Himusê ya navendî û sercem zîndan û girtîgehên tirsinak li Sûriyê, hevdem ku NY û encûmena asayîşa navdewletî û komsyona mafê mirov heta radeyeka mezin berpirsyare li hember bêkariya wê li hember rawestandina van binpêkirinên berdewam.
Hevbendî cext dike li ser giringiya rabûna desteyên taybet yên NY bi erkên xwe li hember zîndana Himusê û sercem girtîgehên din yên Rijêmê û şandina rêxistina xaça sor ya navdewletî bi awayekî bilez bo biçe li hindur zîndanê û lêkolînan bike li ser rewşa girtiyan û misogerkirina dabînkirina daxwazên wan.
Hevbendî di vê çarçoveyî de, balê dikşîne li ser raporta bi tirs û sehim ya derketî li heyva reşmeha borî ji aliyê rêxistina lêborîna navdewletî, ku têde aliyek ji tawanên Rijêmê di derheqa girtiyên zîndana Seydnaya hatibûn aşkere kirin, ji kiryarên bidarvekirinê û qirkirina rêbazkirî di nava zîndanê de, ku pêwîst e ev tawan herdem li berçav bêne girtin hevdem ligel berçavkirina doseyê girtiyan di girtîgehên Rijêmê de.
Ku fayilê girtiyan wê herdem fayilekê sereke be û nabe gotubêj yan destberdarî libin çi rewşekê li ser bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
18 çiriya pêşiyê 2017