Birêveberiya rêkxistina “Zaroktiyê Rizgar Bikin” li Sûriyê “Sonya Xoş” anî ziman ko li dora 270 hezar kes bi sedema şer û pevçûnan ji Reqayê reviyan, û bêtir got ko hêj ew hewcedarî alîkariyan e di heman çaxê ko kamp teng in ji ber hejmara pir ya derbideran.
Birêvebera rêkxistinê di daxuyaniyeke xwe de hişyarî da ko bidawîkirina operasiyonên leşkerî li Reqayê nayê wateya ko qeyrana mirovî bidawî bû, û got ku ew hewceyî alîkariyê ne ji bo vegerandina zarokan bo dibistanan û pêşkêşkirina çareseriya derûnî ji wan re û bi taybetî piştî ko ew dîmenên tirsank bi çavên xwe dîtine.
Rêkxistinê di daxuyaniya xwe de bêtir got ko piraniya malbatên Reqayê bêmal mane, û eger bixwazin vegerin jî, mal ji wan re nin in, û hêj bi hezaran li Dêra zorê perîşan in, û bal kêşand ser ku bizavên dîsa-avakirina bajêr hewcedarî veberhênaneke mezin e.
Pevçûnin mezin li bajarê Reqayê bi serpereştiya hêzên QSD çêbûn, û ev hêz ji hêla Emerîka ve têne piştgirîkirin ji bo berdana rêkxistina DAIŞê, û ev yek bû sedema kuştina bi hezaran û derbiderbûna bi sedhezaran ji sivîlan.
Ji aliyê xwe ve Stîvan Ducarîk di kongirekî rojnamevanî de pêr got ko Netewên Yekbûyî nikare yekser rewşê bişopîne ji ber zehmetiya gihaştina wir, û agahî da ko raport ji rêkxistinê re hatine dibêjin ko bi serdema pevçûnan ziyan li gelek herêmên bajêr bûye.
Ducarîk destnîşan kir ko rêkxistin amade ye ji bo pêşkêşkirina alîkariyên rizgarkirina jiyanê ji hemû hewcedaran re, eger rewşa ewlekariyê rê bide.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê operasiyonên bombebarana ku sivîlan jî dide ber xwe li Reqayê pirotesto kirin, û daxwaza vekolînê û sizakirina berpirsiyaran kir, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kirin ji bo rêbuhlrkên aram ji sivîlan re çêbikin û alîkariyên mirovî bigehînin wan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans