Mihrecana Sînema ya Belcîkî filmekî li ser zehmetkêşana sivîlên Sûrî pêşkêş dike, yên ko di bin dorpêça rêjîma Sûrî de dijîn li bajar û bajarokên welat, wek beşekî ji zincîra tawankariyên cengê yên ko derheqê niştecihan ji 2011ê ve pêk tîne.
Alavên ragehandinê gotin ko mihrecana Elwahe ya sînemayê li bajarê Torinhot yê Belcîkî roja sêşembê bi vekirinê re filmek li ser Malbateke Sûrî pêşkêş kir, ko jiyana xwe di bin dorpêça rêjîma Sûrî de derbas dike, û film ji derhêneriya derhênerê Belcîkî Fîlîp Van Lo ye.
Film derbirîna giringiya kêşeya miletê Sûrî dike, ya ku cîhan mijûl kiriye netenê bi pêşveçûnên siyasî, lê belê bi zehmetkêşiyên mirovî bi serdema şerê Beşar Elesed ji heft salan ve li ser miletê Sûrî.
Ji aliyê xwe ve rêkxistnerê mihrecanê Elî Nezîr ew jî penaberekî Sûrî û girtiyekî berê ye, ji xelkê re got ko nezanîna bi rewşa penaberan heye, û tirsek di nav welatên penaberiyê û penaberan de peyda dibe. Û bêtir got ko “helkeftên rewşenbîrî wek vê mihrecanê derfet û cihekî baş in ji bo gotûbêjiyê û pevtêgehanê”.
Birêveber û damezrênerê mihrecana Mov ya sînema navdewletî Mark Bonin di ahenga vekirinê got: rast e mihrecan piçûk e û hêj di rola xwe ya duyem de ye, lê ramaneke giring e ji ber ji xwe re sînema bi zimanê Erebî bijart û divê bizav bo firehkirina wê bibe.
Bonin got wek van filmên bo temaşevanên rojavayî pêşkêş dibin dikarin tiştê li Sûriyê dibe ji belavkirina nûçeyan bêtir bandorê bikin.
Firas Şetûr, zilamekî agirkujên û rahênankarê gogapê yê yana Keramê yê berê ye, got ku film pareke pir piçûk ji derdê Sûriyan derxistiye. Û diyar kir ko malbata wî di dorpêçê de li Humsê jiyaye bê kehrebe, bê av û bê internet, û ev di film de nehat diyarkirin.
Filmê “Malbateke Sûrî” rojek ji jiyana malbateke Sûrî ya di bin dorpêçê de li Şamê diyar dike, û ew yek ji heft filmanên ku di mihrecana li Belcîka de beşdar in, û hemû li ser rewşa rojhilata navîn û bakurê Efrîqya ne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Ajezîre net