Desteya serokatiyê û ya siyasî yên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro roja pêncşemê li baregeha sikertariya giştî ya Hevbendiya Niştimanî li Stembolê, civînek ligel balyozên dewletên dostên gelê Sûriyê li dar xistin, û têde dumahîk pêşhatên meydanî nemaze yên taybet bi rewşa Idlib û Reqê û Dêrazorê û dawîtirîn pêşhatên siyasî yên derbarê karakirina pêvajoya danustandinên Cinêvê û helwesta siyasî ji kongirê Riyad2 hatin gengeşekirin.
Serokê Hevbendiyê Riyad Sêf daxwaza piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û hikûmet û hêzên wê ji balyozên dewletên dost kir, ji bo dagirtina valahiyê û rêvebirina navçeyên rizgarkirî.
Sêf bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî û hêzên artêşa azad di çarçova karê kargeriyê û biryardanê û rêveberiya welat de hene, û got ku “hewlên dûrxistina wan tiştek ne durist e”, û zêdetir got: ” ku saziyên Hevbendiyê li hin navçeyan biyan mane, di dema ku milîsên PYDê bi rizgarkirina Reqê rabûn, û ji aliyê hin hêzên din êrîşî Dêrazorê dibe, û rêkeftinên herêmî û navdewletî têne emzekirin bê hîç yasayekê”.
Sêf dît ku Rûsiya “mezintirîn qezencdar e” ji vê rewşê, û bal kişand ku ev riftarên li hember dezgehên opozisyonê yekser dikeve di berjewendiya pilanên Rûsiya de, ji bo rizgarkirina Beşar Esed û bêwatekirina piroseya veguhestina siyasî “.
Sêf hişyarî da li ser berdewamiya vê rewşê, û dît ku ev yek wê bihêle ” bandorek xirab li ser rewşa Sûriyê û yekparçebûna wê bibe”, û cext li ser wê yekê kir ku şêwazê niha yê şerê dijî DAIŞ û Elnusra tê kirin, ew tenê şerê dijî encaman e, bê ku giringiyê bide hokarên peydabûna rêxistinên terorîst, û ew valahiya desthilatê ya ku li ser xaka Sûriyê payda bû , ew ji encama çavgirtina Rêjêma Esed ji rêxstinên terrorist bû , û tenê berê xwe dabû dijîtiya gelê Sûriyê û artêşa azad.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştiman