Bi amadebûna emîndarê giştî yê desthilata Sûrî ya demkî Hisên Bekrî, şandekê ji parêzgeha Dêra Zorê hevdîtinek pêk anîn digel balyozê Tirkî Ednan Kêşçî yê ji aliyê desthilata Tirkî ve bo karûbarê Sûriyan hatiye danîn, û digel hev rewşa fermanberî û ya mirovî û ya leşkerî yên parêzgehê ya ko pevçûnên tund lê çêdibin ji aliyê hêzên rêjîmê bi piştgiriya Rûsî, her weha hêzên QSD bi piştgiriya Emrîkî, ji bo berdin rêkxistina DAIŞê, gotûbêj kirin.
Şand hatibû helbijartin ji beşdarbûyên di kargehê de ya ku Hevbendiya Niştimanî Sûrî roja yekşembê û duşembê li bajarê Orfa Tirkî pêk anîbû, û ew kargeh ji nûnerên çalakvaniyên sivîl û yên leşkerî yên parêzgehê pêk hatibû.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya diyar kir ko yekemîn berhemê kargehê hevdîtinek rûbirû di navbera xelkên Dêra Zorê bi berpirsiyarekî Tirkî li bajarê Xazî Entabê bû. Û destnîşan kir ko çar kes ji yên li kargehê amade bûn ji nav wan jî jinek hatin bijartin ko di civînê de amade bibin.
Yihya diyar kir ko di civînê de hûrbînî dane ser du kêşeyên bingehîn ên ku ji berhemên kargehê bûn, ew jî avakirina kampan ya bilez ji bo derbiderên li herêma Dir’h Elfurat bi hemû pêdawîstiyên wan, û dabînkirina rêbuhêrkên aram û hêmin ji bo derkirina sivîlan ji herêmên pevçûn li wan hene û gihandina alîkariyan bo wan.
Yihya bal kêşand ser ko hevdîtin erênî bû û spasiya xwe ji desthilata Tirkî re li ser alîkariya wê ji miletê Sûrî re pêşkêş kir.
Parêzgeha Dêra zorê pevçûnin tund ji aliyê hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî bi piştgiriya Rûsya û hêzên QSD bi piştgiriya Emerîka çêdibin, bi amanca berdana rêkxistina Daiş, ya bû sedema kuştina bi sedên sivîlan di operasiyonên bombebarana bêserûber de ya ko aliyên şer di nav herêmên niştecihan de pêk tînin, her weha bû sedem ko bi hezarên malbatan derbiderî biyabanan bibin, û li kampên ko çalakvanan navê kampên mirinê lê kirine niştecih dibin. Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî