Îro pêncşemê 19-10-2017 li bajarê Qamişlo çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD hejmarek welatiyên kurd binçav kirin û ji wan Mizgîn Remedan endamê emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li gor ku birayê wî ji malpera Hevbendiyê re ragihand, bi behaneya beşdariya wî di çalakiya piştgiriya Herêma Kurdistana Iraqê de.
Di heman rojê de çekdarên heman partiyê li bajarokê Girkêlegê her yek ji Ehmed Seyid Mejîd û Felemez Ceʹfer û Sebah Samî bi heman tewanê binçav kirin .
Ji hêleke din ve li bajarê Amûdê ciwanê bi navê Îvan hac Qasim ji hêla hêzeke nenas ve hate revandin .
Û tê zanîn ku li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê çalakiyên piştgiriya Kurdistana Iraqê li dijî milîsên Heşda Şe’bî hatin lidarxistin.
Jêder: Beşê Kurdî JI Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê