Wednesday, 14 August 2019 00:00

Ji Civaka Herêmî û ya Navdewletî Tête Xwestin ko Bobelateke Mirovî ya ko Rêjîm û Hevalbendên wê jê re Plan Dikin Rawestînin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Di çend rojên bûrî de hêzên rêjîmê û dagîrkerên Rûsî bi operasiyoneke leşkerî ya tund rabûne, ko ji çend mehan ve dest pê kirine û gelek binpêkirin û tawankarî li herêmên gundewarê Hema yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr pêk anîne, û binpêkirinên metirsîdar êk anîne li dijî lihevkirin û peymanên ku gerek bû bi dabînkirinên navdewletî bin.

Ev pêşveçûnên metirsîdar ko heye bobelatan bi ser miletê Sûrî û herêmê û cîhanê de bi xwe re bînin, pirotestokirineke navdewletî û tevgereke navnetewî ji hevalên miletê Sûrî jê re divê, ko rawestandina êrîşan dabîn bike û aliyên êrîşker yekser vekişînin.

Alayên artêşa Sûrî ya azad hêj xweragir in û tiştê ji wan tê dikin, da vê êrîşê bi paş ve vekêşînin, ya ko bû sedema koçkirina bi dehhezaran sivîl ên perîşan bûne, û giring e cih û kamp ji wan re dabîn bibin heta operasiyonên leşkerî rawestin û karibin li malên xwe vegerin, hem jî bi sedhezaran xelk ji destpêka kampanyê de koçber bûne û hêj piraniya wan li çolan in, bê ko kêmtirîn pêdiviyên wan dabîn bibin.

Li himber van binpêkirin û tawanan Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê berpirsiyariya sersariya civaka navdewletî dide ser serpereştên cîhanê û hevalên miletê Sûriyê ko pêngavên jidil bavêjin û êrîş û tawanên rêjîmê û hevalbendên wê rawestînin û biryar û pêngavên siyasî û leşkerî yên pêdivî bên avêtin ji bo jiyana sivîlan biparêzin li vê herêma ko bi milyonan koçber ji tevaya Sûriyê pêşwazî kirine.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê

Ofêsa Medya û Ragehandinê

14.08.2019

Home Agahî Ji Civaka Herêmî û ya Navdewletî Tête Xwestin ko Bobelateke Mirovî ya ko Rêjîm û Hevalbendên wê jê re Plan Dikin Rawestînin