Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên cengê yên Rûsî doh çarşembê li bajarê Idlibê taxa Elqisûr kuştarek pêkanîne di encamê de bêtir ji 25 kesan şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne ji encama bombebarana bi mûşekên valahiyê û dubare firokên cengê bajar bi sê êrîşan îro bombebaran kirine û hêj encamên wan diyar nebûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawankariya ko Rûsya di derheqê sivîlên Idlibê Pêk anî pirotesto dike, û tekez dike ko ew binpêkirina agirbestê ye û berpirsiyariya siyasî û yasayî da ser milê Rûsya tevî hemû encamên wê yên çêbibin.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û hemû aliyên dabînker kir tako bi berpirsiyariyên xwe rabin bi pêkanîna pêrabûnên dabînkirina tekûz ya peymana agirbestê, û aliyên peymanê binpê dikin siza bikin, û hişyariyê dide ji çi hewildana ku ew rêkeftin bibe perdeyek û li paş wê siyasetên dagîrkerî û zordariyê yên berê nikiraîbû pêk bînin cîbecî bikin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
16 adara 2017