Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê kuştara ko Rûsya di derheqê sivîlên Idlibê Pêkanî pirotesto kir. tekez kir ko binpêkirina agirbestê ye û berpirsiyariya hemû encamên wê yên çêbibin da ser milê Rûsya.
Doh çarşembê li bajarê Idlibê li taxa Elqisûr bêtir ji 25 kesan şehîd ketine, û bi dehan birîndar bûne, ji encama bombebarana firokên cengê yên Rûsî yên ko malên niştecihan rasterast bombebaran kirine, tev ko peymana agirbestê berdewam e û ya ko Rûsya ji aliyên dabînker ên wê ye.
Hevbendiya Niştimanî îro pêncşembê daxwaz ji hemû aliyên dabînker kir tako bi berpirsiyariyên xwe rabin û pêkanîna pêrabûnên dabînkirina tekûz ya peymana agirbestê û aliyên peymanê binpê dikin siza bikin, hişyarî da ji çi hewildana bibe perdeyek û li paş wê siyasetên dagîrker û zordariyê nikiraîbû bikirana cîbecî bikin.
Çalakvanan ji bajarê Idlib got ko firokên cengê yên Rûsî vê sibehê taxên bajêr bi bêtir ji çar êrîşan bi mûşekên valahiyê amanc kirine, di encamê de birîndar çêbûne û wêraniyeke mezin di avahiyên niştecihan û dikanan de çêbûne.
Rûsya bêtir ji 175 caran agirbest binpê kiriye, piştî 75 roj di ser cîbicîkirina peymanê re derbas bûne, ya ko bi çavdêriya Rûsya û Tirkiyê çêbûye, taxên niştecihan û herêmên jîndar û navendên bijîşkî amanc kirine, li gora serjimareke rojane ya ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî derdikeve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî