Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawana destdirêjiya xirab ya ji aliyê serbazekî artêşa Libnanê li ser penaberê Sûrî Mihemed Ebdulcewad ku di encamê de îro jiyana xwe jidest da şermezar dike.
şehîd Mihemed yê bi neçarî ji bajarê xwe Elqisêr koçber bibû piştî dagîrkirina wî ji aliyê milîsên hizbulah li sala 2013 û kuştina çar birayên wî, ku nikarîbû wek gelekan vegeryaba li ser mala xwe û ligel hevjîna xwe bi xudankirina 8 zarokan radibû.
Ew tawana terorîstî di derheqê şehîd de hat pêkanîn, li dema ew bi karê xwe wek şifêrê basekî li baxçeyê zarokan radibû, û li dema rawestiya ji bo zarokekî li pêşiya mala wî peya bike, li heman demê rûbirû êrîşekê bi dar û qamçiyan ji aliyê serbazekî Libnanê hat û paşî ket û dilê wî borî û îro û ji ber birînên xwe jiyana xwe jidest da.
Hevbendî tekez dike ku diyardeya nijadperistiyê û neyartiya penaberên Sûrî di heman dema zêdebûna daxuyaniyên xirab ên berpirsên hikûmeta Libnanê bi awayekî metirsîdar, û hîç lêkokîn derbarê bûyerên lêdan û zêdegaviyên li ser penaber û zarokên wan nehatine encamdan.
Hevbendî daxwaza pîtedanek jidil bi zêdegaviyên berdewam yên li dijî penaberan ji rêxistinên mafên mirov yên erebî û navdewletî dike, ku penaber bi destê serbazên artêş û polîsên Libnanê û milîsên belav li Libnanê yên ji derveyî deshilatdariya yasa û dadweriyê rastî zêdegaviyên berdewam tên, û herwiha Hevbendî hikûmeta Libnanê han dide ji bo rabe bi erkên xwe yên mirovî û yasayî li hember parastina sivîlan û encamdana dadpirsînê li hember tawanên li dijî penaberan û sizakirina tawankaran bi sizayên pêwîst ligor yasa navdewletî ya mirov û yasa navdewletî ya mafên mirov.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
26 nîsan 2018