Bangwaziyeke mirovî ji aliyê hejmarek ji nivîskar û hunermend û rewşenbîrên Filistînî û sûrî û erebên din hat dan ji bo rizgarkirina kampa Yermûk ji hilmeta wêrankirina rêbazkirî ya li ser destê rijêma Esed, û dîtin ku ev hilmet dikeve di xizmeta Îsaîlê de û tê “bi armanca terorkirina hejmareke mezin ji şahidhalên nekba 48”.
Daxuyaniyê diyar kiriye ku “Rijêm bi mûşek û firokên xwe û bi piştgiriya firokên Rûsiya bi pêkanîna êrîşên hovane li dijî kampa Yermûkê paytexta penaberên Filistînê radibe, ya ku ji çar salan ve bi awayekî hovane hatiye dorpêçkirin bi armanca wêrankirina mal bi mal ya rêbazkirî bi awayekî ku nema jiyan li wê deverê bibe”.
Di daxuyaniya rewşenbîr û nivîskaran de hatiye ku “Ev ne cara yekemîn e Rijêm radibe bi wêrankirina kampan ji bo berjewendiya dagîrkariya Îsraîlê û nehêlana mafê vegerê û zêdekirina derdeseriyên penaberan. Rijêm berî şoreşa Sûriyê jî di êrîşên li ser kampên filistîniyan de beşdar bûye “.
Daxuyaniyê tekez kiriye ku Rijêma Esed ji berî peydabûna DAIŞ’ê jî rabûye bi wêrankirina herdu kampên “Tilze’terî” û “Eldibiyê” li Beyrûtê li ser destê rêxistina Elketaib piştî derbasbûna artêşa Rijêmê li Libnanê sala 1976’an.
Daxuyaniyê bal kişandiye ku “îro kampa Yermûk bi hênceta DAIŞ’ê wêran dibe, tevlî ku navçe ji çend salan ji aliyê leşkerî têkşikestiye û ji dawiya sala 2012’an û heta nuha dorpêçkirî ye”, û daxuyaniyê pirsyar kiriye: ” Gelo kê DAIŞ derbasî kampa dorpêçkirî kiriye? Kî arzaq û çek û diravan jêre peyda dike? Ji ber çi wê kampê wêran bikin ji ber deh yan sed çeteyên DAIŞ’ê yên ji nişkeka ve winda bûne?”.
Kesên daxuyanî amze kirine sercem “hêzên li pişt Rijêmê yên bi veşartina tawanên wî li dijî gelê wî û gelê me radibn, û tevlî tawankariya wêrankirina kampa Yermûk li bin çi behaneyekê be ” şermezar dikin.
Û têde daxwaz ji “serkirdeyatiya Filistînê kirine ku dengê xwe bilind bike û bi zelalî li dijî siyasetên vê Rijêmê ya bazarganiyê bi doza Filistînê û bi tevgera wê ya niştimanî dike raweste “, û herwiha daxwaza rawestandina wêrankirina kampê û serbestberda girtiyan û hêlana vegera xelkê bo cih û warên wan kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistineke mafnasî ya nefermî bi navê “ji bo filistîniyên li Sûriyê” îsal li demeke pêştir kuştina zêdetir ji 3.613 penaberê Filistînî ji wan 463 jin in her ji sala 2011’an ve ragihandibû, û diyar kiribû ku 204 filistînî ku piraniya wan ji kampa Yermûk bûn bi sedema nebûna xwarinê û çavdêriya pizîşkî û dorpêçkirina li ser navçeyê ji aliyê hêzên Esed ve jiyana xwe jidest dabûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî