Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Xelkên me yên Kurd, Siryan, Aşûrî û Tirkuman û hin kesên din ji miletê Sûrî her sal di 21 adarê de cejna Newroza pîroz divejînin, Newroz roja rêzgirtina jiyan û azadiyê ye û wateya guherîn û nûkirinê tekez dike.
Hevbendiya Niştimanî miletê Sûrî bi pêkhatiyên xwe yên corbicor digel bîranîna destpêkirina şoreşa Sûrî pîroz dike, lê di vê salê de wateyeke wê ya din heye ko dê xelkên Efrînê û bajar û bajarokên derdorê bi wateya rastî ya Newrozê hest bibin piştî ko rêjîma tawankar û rêkxistina PYD ahenga li wan qedexe kiribûn, û dê artêşa niştimanî Sûrî palpişt be ji wan re û dê wan biparêze û aramiyê ji wan re pêk bîne.
Di vê cejna ko simbola azadî û rizgarî ji zordariyê ye, tev ko rewşa şoreş tê re dibuhûre aloz e û tev li dorpêçê û kuştin û koçkirinê, Sûrî hêvî dikin ko di welatekî bê yî stem û zordarî û dagirkerî de bijîn, û tekez dikin ko hêviya wan heye ko mirovê Sûrî dikare dergehê hevjiyanê û avakirina paşerojeke hevbeş veke, hêviya ko hêza maf û azadî û rûmetê tê, ji baweriya ko dê serkeftin ji xwedan maf re ye eger çi qas hêzên têkçûyî li dij rawestin jî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragehandinê
21.03.2018