Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza destêwerdaneke bilez û pêwîst ji bo parastina sivîlên Sûriyê û rawestandina tawanên Rûsiya û Îranê û rijêma Esed û dadgehkirina wan ji konseya ewlekariyê û NY û sercem endam û rêxistin û saziyên wê kiriye.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de kuştara hovane ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsî li gundewarê Idlibê û kuştina derdora 22 sivîlan 3 ji wan jin in û 16 zarok in şermaz kiriye, û daye zanîn ku ev kuştar bi awayekî bimebest duhî roja çarşemê dijî penageheka sivîlên ku ji tirsa bombebaranê xwe têde vedişartin hatiye pêkanîn, ku şehîd di penagehê de xenqîn û xanimek bi saxî ji penagehê hat rizgarkirin.
Herwiha duhî kampeka koçberan li nêzîkî bajarokê Has rastî êrîşan hatibû, û têde bi dehên sivîlan şehîd û birîndar ketin, jin û zarok û kalemêr di nav de hebûn, ewên ji cih û warên xwe ji tirsa bombebaranê koçber bibûn, lê rastî êrîşên firokan hatin û komkujiyeke din hate pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hatibû ku heger “serkeftinên” potîn li Sûriyê bi wêrankirinê û piştgiriya ji rijêma Esed ya tawankar re bin, û bi xwîna zarok û jin û kal û pîran tên nexşekirin, û civaka navdewletî tenê teşaşe dike û bêdeng dimîne, ev tê wê wateyê ku civaka navdewletî jî berpirsyar e li hember dîtina mîkanîzmekê ji bo rawestandina van komkujiyên terorîstî û tawanên hovane yên berdewam, nemaze ku erkê konseya ewlekariyê parastina aştî û ewlehiya navdewletî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî