Sikirtêrê giştî yê NY Antonio Guterres, piştî hevdîtinekê ligel serokê rêxistina qedexekirina çekên kêmiyaî Ehmed Ozomico, û belavbûna nûçeyan li ser pêkhatina êrîşên kêmiyayî li ser destê hêzên Esed, yekser daxwaza bizaveke bilez ji konseya ewlekariyê kir.
Û derbarê bikaranîna çekên kêmiyayî, daxuyaniya NY gotiye ku çi behne nîne ku karvedan li hember vê bikaranînê nebe, û bikaranîna çekên kêmiyayî şermezar kiriye û tekezî li ser giringiya dadgehkirina tawanbarên wê kiriye.
Daxuyaniyê cext kiriye ku “nabe tawanbar ji sizayên girêdayî van tawanên mezin rizgar bibin”, û ev banga Guterres hatiye piştî ku lêkolîn hatine pêkanîn her ji sala 2014’an di zêdetir ji 70 êrîşên gazên jehrî de.
Ozomico gotiye ku hin nûçe li vê dawiyê belav bûn li ser bikaranîna êrîşên kêmiyayî li Xûta rojhilat.
Ji aliyê xwe ve, serokê konseya ewlekariyê balyozê Holendî Kevin Ostrom cext kiriye ku bikaranîna çekên kêmiyayî li Sûriyê dibe binpêkirineke mezin li ser yasa navdewletî û pêdiviye sercem kesayetî û aliyên gunehbar bên dadgehkirin.
Hêjayê gotiyê ye ku “Human Rights Watch” roja yekşemê belge li ser bikaranîna çekên qedexekirî li Xûta rojhilat li ser destê hêzên rijêma Esed û bi piştgiriya Rûsî dabû xuyakirin, ji wan bombên napalim û denemêt û çekên kêmiyayî.
Herwiha ku sala borî, rijêma Esed di lêkolîneke hevbeş ya di navbera NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmiyayî de, bi berpirsyaretiya êrîşa 4’nîsanê ya kêmiyabarankirina bajarokê Xanşîxon yê Idlibê û kuştina bi degên sivîlan bi gaza sarîn hatibû tuhmetbar kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî