Gelê Sûriyê yê payedar
Neviyên Kawayê Hesinkar yên şerefmend
Gelê kurd li her cihekî ahingê bi cejna xwe ya netewî “Newroz” dike, ya her sal dikeve di 21’ê adarê de.
Qeder wiha bû ku destpêkirina xetîra şoreşa Sûriyê ya pîroz ya derbasî sala xwe ya heftan dibe, hevdem be ligel cejna Newrozê ya pîroz, ya ku ji serî de nîşana azadî û rizgariya ji stem û zordariyê ye.
Ey gelê meyê Sûrî yê hêja, tevlî neviyên Kawayê Hesinkar, yên niha dastanên şoreşgerî li seraserî Sûriyê tomar dikin, û nirxekî giran didin ji bo azadiya xwe û rizgarkirina ji diktatoriyetê, yên ku qehremanî û xweragiriya xwe ji qehremaniya Kawayê Hesinkar digirin yê ku stem û zordariya “Ejdehak” bidawî anî, helbet wê neviyên wî li ser Ejdehakê çerxê, Beşar Esedê terorîst ser bikevin.
Bi vê helkefta pîroz, bi navê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, Em pîroztirîn pîrozbahiyan dişînin ji gelê Sûriyê bi giştî re û nemaze ji gelê kurd re, û em bihêvî ne ku xetîra azadiyê ya bi destê Kawa hatî bilindkirin li Newrozê, wê nêzîk li seraserî Sûriyê bilind bibe û wê gelê me rizgar bibe ji Rijêma zordestî û koletiyê, û welatekî demokrat û firealî û şaristanî ava bibe, têde danpêdan bi firenetewîbûnê bête kirin û mafên gelê kurd yên netewî û rewa di destûrê de bêne misogerkirin li gor yasa û rêkeftin-nameyên navdewletî.
Bijî Newroz nîşana Azadî û rizgariyê
Bijî şoreşa Sûriyê ya pîroz
Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê