Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Peymana di navbera Tirkiya û Rûsya de ya derbarê Idlibê gaveke girîng û pêwîst bû, bi taybetî ji bo misogerkirina ewlehiyê ji bo bimilyonan kes ji welatiyên sivîl û koçberên li Idlibê, digel misogerkirina mana wan di malên xwe de, û herwiha rê li ber çareseriya siyasî vedike, û diyar dike ku bijardeya kuştin û koçberiya bi darê zorê ser neket.
Rê ji demeke dirêj de li pêşiya vê peymanê vekirî bû, û derfet hebû ku çareserî peyda bibe ji bo rawestandina rijandina xwînê û wêranekirina welat, lê rejîm û hevalbendên xwe berdewam bûn di bikaranîna hemû peyman û agirbestan ji bo jinavbirina çareseriya siyasî, di dema ku hemû hewldanên hêzên şoreşê û opozisyonê ji berê de û hêjî berdewam in, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya rastyeqîn, wekî takebijardeya ligor demê ji bo dabînkiruna xwestek û mafên hemû Sûriyan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê pabend ma ji bo serkeftina her peymanekê bikaribe çareseriya siyasî bêxe ser rêya rast a li gor biryarên navnetewî, û îro jî piştrast dike ku ew jidil û erênî dê serederiyê ligel vê peymanê bike, ji ber ew encama xweragiriya gelê sûriyê li hember gef û êrîşan e, û serkeftina hewlên Tirkiyê yên hêja ye, ku karî dawiyê li nakokiyan bîne û pilangeriyeke mezin ji holê rake, û deverê û sivîlan ji bobilat û metirsiyeke mirovî rizgar bike.
Nemirî ji bo şehîdan, saxî ji bo birîndaran, û azadî ji girtiyan re, bijî Sûriya û xelkê wê bi azadî û serfirazî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Peywendiyan û Ragihandinê
18 îlon 2018