Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rêxistina Lêborîna Navdewletî raportek giring belav kir, têde behsa awayekî tawanan ji tawanên rijêma Beşar dike, yên di derheqê girtiyên di girtîgeha Seydnaya ya leşkerî de hatine pêkanîn, û ew zindan di raportê de bi navê “Qesabxaneya mirovan” hatiye binavkirin, û bi belge behsa kiryarên bidarvekirina bi komel ya rêbezkirî di hindur girtîgeha Seydnaya her ji sala 2011 an ve hatiye kirin.
Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji xwestekên raportê re tekez dike, nemaze derbarê tişta girêdayî bi daxwazên girûpa dewletên piştgiriya Sûriyê, ya ji bo rawestandina bidarvekirinan û derbasbûna bilez û bêmerc û astengî ji çavdêrên navdewletî re bo girtîgehan û serbestberdana sercem girtiyên bêguneh bi awayekî bilez û bêmerc.
Hevbendiya Niştimanî vê raportê pêşberî Encûmena asayîşa navdewletî dike, û cext li ser giringiya wê yekê dike ku hemû endamên wê bi berpirsyaretiyên xwe rabin li hember tawanên berdewam yên di girtîgehan û li navçeyên dorpêçkirî dibin, û tawanên kuştinê yên berdewam dibin, tevî amzekirina rêkeftina agirbestê, û hevdem tekeziyê li ser giringiya raguhestina fayîlê raportê bo dadgeha tawanên navdewletî dike, û dadgehkirina berpirsyarên pêkanîna tawanên dijemirov û yên şer, û danîna sînorekî ji sizanekirina tawanbaran re, ji ber ku ev pêgavên pêwîst in ji bo rawestandina gera tundutîjiyê.
Di heman mijarê de Hevbendî balê dikişîne li ser giringiya rabûna encûmena asayîşa navdewletî bi bizav û rêşûnên dadwerî ligor mîkanizma biryar li ser hatibû dan li roja 21’ê çileya pêşiya 2016 an ji aliyê NY, ku têde biryar hatiye dan bi encamdana lêkolînan û dûvçûna dadwerî ligel berpirsyarên tirsnaktirîn tawankariyan li Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ji sercem rêxistin û çalakvanan daxwaza xwendina xalên bitirs yên vê raportê dike, û herwiha têbikoşin bo dîtina hemû alav û rêkarên berdest bo rizgarkirina bisedhezarên girtiyan ji girtîgehên Esed, yên di rewşeke dijwar de dijîn.
Dilovaniya xwedê ji şehîdan re,
saxî ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
7 reşemeha 2017