Îro Sêşemê 7ê Sibatê PYDê girtiyên siyasî ”Ebdella Gedo , Xiyas Isma’îl , Ebdulrehîm Elî , Mihsin Xelef , Mihemed Elî Ferho , Ridwan Ibrahîm” piştî şeş heyvan ji girtinê ji zindana Elaya serbest berdan.
Di axaftineke taybet de bo malpera me Ebdella Gedo got: ”ev 6 heyvin em bê tawan girtî bûn, tenê ji ber ku me pêşwaziya cinazeyê şehîdê pêşmerge Hebîb Qedrî kir, û beşdarî di çalakiyên bê muhletdan de kiriye. Li gor gotinên kesên ku bi mere lêkolîn dikirin.”
Gedo diyar kir ku dema dawî rewşa girtiyan gelekî xerab bû, ji ber nebûna kêmtirîn pêdiviyên jiyanê di zindana Elaya de, û mixabiniya xwe nîşan da ji bo Alan Ehmed û got: ”ez pir xemgînim ku îro ez ji derveyî zindanê me û Alan hê girtiye”.
Her wiha Gedo got ku niha pêwîstiya me kurda bi yekrêziyê heye, divê em destê xwe bixin destê hev da ku em mafê xwe biçespînin, lewma divê PYD ji kiryarên xwe yên dijî siyasetmedar û çalakvanan vegere.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê