Sikirtêrê giştî yê NY, Entoniyo Gotîrîş “veciniqîna” xwe diyar kir dema raporta Rêxstina Lêborîna Navdewletî dît, ya bidarvekirina bi hezarên girtiyan bi destê rijêma Beşar di girtîgeha Seydnaya ya leşkerî de ya li nêzîk Şamê têde hatiye “, ku ew girtîgeh bûye qesabxaneya mirovan ya taybet bi eşkecedan û bidarvekirina bikomel ya xelkê Sûriyê.
Û Stîvan Dogrîk li hember vê yekê di kongirekî rojnamevanî di baregeha NY de got ku “NY gelek caran tirsa xwe nîşan daye li hember tawanên eşkencedanê yên li dijî mafên mirov û li ser binpêkirina yasa mirovî ya navdewletî yên berdewam bi destê Rijêmê dibin, di navend û girtîgehên di dest wê de”.
Û raporta Rêxistina Lêborîna Navdewletî aşkera kiriye ku ji 5 hezaran heta 13 hezar sivîl her ji sala 2011 an heta dawiya sala 2015 an, li ser destê rijêma Beşar bê dadgehkirin di girtîgeha Seydnaya ya leşkerî de ya li nêzîk Şamê hatine bidarvekirin, û ev raport hatiye li ser bingeha çavpêketinên ligel efserên cudabûyî û dadwer û pizîşk û parêzeran û pisporên navdewletî.
Di raportê de hatiye ku çavên girtiyan dihatin girtin û bi neferhilgiran dihatin veguhestin bo avahiyekê ku têde dihatin bidarvekirin, piştî ku rastî eşkencedanê dibûn di girtîgehê de, û raportê gotiye ku kiryarên bidarvekirinê her heftî carekê yan du caran dihatin pêkanîn û di her carekê de di navbera 20 heta 50 kesan dihatin bidarvekirin, û di gorên bikomel de dihatin veşartin, ku piraniya wan kesên sivîl ên rikaberên rijêma Beşar in.
Rêxistina lêborîna navdewletî di raporta xwe de ya wijdana mirovî dilerzînê amaje kiriye ku fermanên bidarvekirinê ji berpirsên bilind yên Rijêmê tên û bi amzekirina Miftiyê Rijêmê yan bi ya wezîrê bergiriyê li şûna amzekirina Beşar yan li şûna serokê fermandariyê, ku ev yek tê bi wateya ku karbidestên bilind tawanbarên bi tawanên qirkirinê yên di girtîgeh û navendên ewlehiya Rijêmê de dibin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiyab Sûriyê duhî di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji bo raspardên raportê nîşan da, nemaze derbarê daxwazên tên kirin ji girûpa navdewletî ya piştgiriya Sûriyê ji bo kar bikin ji bo rawestandina bidarvekirinan, û rê bête vekirin li pêş derbasbûna çavdêrên navdewletî bê kosp li hindur girtîgehan û herwiha daxwaza serbestberdana sercem gitiyên bi awayekî nerewa hatine girtin.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyê de bal kişandibû li ser giringiya rabûna encûmena asayîşa navdewletî bi bizav û rêşûnên dadwerî ligor mîkanizma biryar li ser hatibû dan li roja 21’ê çileya pêşiya 2016 an ji aliyê NY, ku têde biryar hatiye dan bi encamdana lêkolînan û dûvçûna dadwerî ligel berpirsyarên tirsnaktirîn tawankariyên li Sûriyê, û ji sercem rêxistin û çalakiyan û çalakvanan daxwaza xwendina xalên bi tirs yên vê raportê kiribû û herwiha wê têbikoşin bo dîtina hemû alav û rêkarên berdest bo rizgarkirina bisedhezarên girtiyan ji girtîgehên Esed yên di rewşek dijwar de dijîn.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat