Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Bikaranîna Rûsiya û Çînê ji mafê redkirinê Veto re, duh di Encûmana ewlekariyê de, dijî pirojeya biryareke Almanî Belçîkî ya hevbeş derbarê dirêjkirina mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovahî yên navdewletî bo Sûriyê di riya xalên dervayî kontirola rêjîmê, tewaneke mezin e dermafê bimilyonan Sûrî, helwesta Rûsîya û Çînê wek nimîneyeke terora rêxistî ye di hundir Encûmana Ewlekarîyê de yaku ji salan de diqewime, andamin çalak di Encûmana Ewlekariyê de û dewletin mezin yên xwedî Endamtiya herdem îro serpereştî û beşdariyê di tewanên dijî mirovahiyê û tewanên cengê de dikin, û tewankaran vedişêrin, û Encûman derbarê çarenûsa qurbaniyan bi raya wan dike.
Veto bûye çekek ji çekên hilweşandina tam di riya wê re kuştin û girtin û koçberkirina gelan tête dibe , ji civaka navdewletî tê xwestin ku sînorekî vebir ji vê neberbiheviyê re deynîn, ji ber ku ne aqildariye ku rayekî vebir ji kujer re di çaranûna qurbaniyan de hebe.
Rûsiya aliyekî sereke ye di tiştên bi serê gelê Sûriyê tê ji tewan û binpêkirinan, û divê ew ji mafê dengdanê li ser çi biryareke girêdayî Sûriyê mehrûm bibe, nemaze biryarên girêdayî alîkariyên mirovahî û debara jiyana welatiyan, an ewên girêdayî paşxistina çareya siyasî an nehêlana dadgehkirina tewankaran, ji ber ku Rûsiya aliyeke di nakokiyê de û çênabe ku tewankar bibe dadwer.
Rêjîma Esed kar dike ku bi keysebazî alîkariyên mirovahî di bin lepên xwe ke, û wê wek çekekî dijî gel bikar bîne, di dema berdewamiya cezayên navdewletî û yasaya Qyser de, çawa rêjîma ku Sûrî birçî kirine û dorpêç kirine û silogana “birçîbûn an peyabûna ser çongan” rakirî, fermanê belavkirina alîkariyên mirovahî bi dest de be.
Divê civaka navdewletî pûçbûna ku Encûmana Ewlekarî ya Navdewletî tê de dijî û dihêle ku alozî û bobelat gurtir bibin derbas bike, di riya mîkanîzmeke berdêl re ji bo gihandina alîkariyên mirovahî ji hemû hewcedariyên Sûriyê re bi awayekî berdewam misoger bike, û sepandina mercên guncaw ji bo bicîhanîna biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandin û Pêwendiyan
8 tîrmeh 2020