Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bikaranîna Rûsya ji mafê redkirin (vîto) re li Encûmena Ewlekariyê, ya derbarê pirojeyê biryarekê ji bo vekolînê di bikaranîna rêjîma Beşar Elesed ji çekên kîmawî re dijî bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib di çarê vê mehê de pirotesto kir.
Ev karê nemirovane piştgiriyê dide tawankaran û wan ji sizayê rizgar dike, hem jî Rûsya karê Encûmena Ewlekariyê têk dibe û li dijî biryara 2118 û bi taybetî movika 3 û ji sozên xwe yên derbarê agirbestê li Sûriyê xwe paş dide, her weha gefê li rola Rûsya di operasiyona siyasî de li Cinêvê dike.
Tenê hebûna çekên kîmawî têrê dikirê ko civaka navdewletî ev rêjîm tune bikira, lê ewê çekên kîmawî li dijî sivîlan di du kuştarên mezin de bikar anîne ya Elxûte 2013ê û ya Xan Şêxûn 2017ê û bi dehan rewşên wisa bê ko civaka navdewletî karibe ji dil li himber vê mijarê raweste.
Helwesta Rûsî xizmetê ji bo pêkanîna seqayekî ji bo serkeftina danûstandinan nake, lê berevajî ew piştgiriya aliyekî tawankar dike û rê li ber vedike ko bêtirs bêtir tawankariyan bike, hem jî şirîkatiya tawankariyê dike û ew berpirse û navtêdana bikaranîna çekên kîmawî yên qedexeya navdewletî dike û berdewam biryarên navdewletî binpê dike.
Ji bil wilo ev rêjîma ji hêla navdewletî ve pirotestokirî ye û ya ko dê bêguman birûxe, eger Rûs helwestek din nedin û sîwanê ji ser ranekin, û li gora viyana miletê Sûrî da ji vê rêjîmê xilas bibin û rêjîmeke dîmuqratî piralî pêk bînin tev negerin, wê dîrok bi kirêtî vî tiştî ji wan re binivîse.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
13.04.2017