Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Ji dema pejrandina biryara Encumana Ewlekariyê 2165, ya ku rê da derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê di riya dergehên ne di bin kontrola rêjîmê de, rêjîmê û piştgirên wê hewil dan ku wê biryarê binpê bikin tevî ku civaka Navdewletî di riya wan dergehan re alîkarî gihandin bi milyonên penaberan yên ku ji ber sitemkariya rêjîmê penaber bibûn.
Çi hewildanên Xerçkirina alîkariyan di riya Rêjîmê re piştevaniy e ji wê rêjîma ku Sûrî birçî û penaber kirine re, û di serî de piştgiriy e ji rêjîma Beşar Elesed re di şerê wî yê li dijî gelê Sûriyê de, û tê wateya ku Civaka Navdewletî destê xwe dixe destê kujer û tewanbarên cengê û bi taybet dema ku rêjîm wan alîkariyan di riya dezgehên xwe re belav dike ku gendeliya wan ji her kesî re diyar e.
Hevbendiya niştimanî tekeziyê li ser daxwaza dirêjkirina biryara 2165 ji Encumana Ewlkariyê dike, û pêwistiya derbaskirina alîkariyan di riya dergehên ne di bin kontrola rêjîmê de, da ku ew alîkarî bighêjin kesên ku pêwistiya wan pê heye, û Hevbendî dozê li Encumana Ewlkariyê dike ku vê biryarê bi demê ve girê ne de û dirêj bike ta kirîza penaberan bi dawî bibe.
Wê çarenivîsa bi milyonan Sûrî di bin gefên rêjîmê de be, di riya bikaranîna wî û piştgirên wî ya tawankar ji dosiya alîkariyên mirovî re, ta ku Civaka Navdewletî dûrî ferzkirina çareseriya siyasî ya rasteqîn û bigiştî li gor biryarên Navdewletî be, ji bo gihiştina sizakirina tewanbarên cengê yên ku gelê Sûrî bi bermîlên teqîner û çekên Kîmawî kuştin, her weha gelê Sûrî di dema nêzî deh salan de binçav û penaber û eşkence kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandin û Pêwendiyan
1-tîrmeh-2020