Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê hevxembûna xwe bi malbata Sûrî ya li Libnanê re diyar dike, ku piştî ko kurê wan ji destê wan çû, tiştek pir nebaş ê ticarî nayê pejirandin dijî wan hat kirin, û neçar man ko danûstandinê bi asteke nayê bawerkirin ji nebûna mirovayetiyê re bikin, ko gora zarokê wan bi erêkirina aliyine fermî hate vedan.
Ev bûyer û çend helwestên din ên ko derheqê koçberên Sûrî li Libnanê pêk tên, kirdeyine pirotestokirî ne, û nayêne pejirandin, û gelek caran dikevin asta nijadperestiyê ko ji wan bi xwe re nebaş e.
Em bawer in ko yên li pey van kirdeyan nûnerîtiya miletê Libnanê nakin, lê kirdeyên wan bandoreke mezin dikin, û dê tiştina din li pey xwe bîne, û ev rûdawa han dê ne ya dawî be; eger aliyên fermî bi berpirsiyariyên xwe ranebin, û dadpirsîn ligel wan berpirsiyaran nebe.
Hevbendî tekez dike ko ew vê bûyerê pirotesto dike, û bi rêzdarî li destpêşxeriyên biraderên Libnanî temaşe dike, yên ko li dijî van rûdawên nemirovane derketin, û bûyera hat serê vê malbatê pirotesto kirin, û hêvî dike ko ev giyanê erênî berfiretir bibe, ji bo li gora peywendiyên dîrokî û yên paşerojê di navbera herdu miletên Sûrî û Libnanî de be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Medya û Ragehandinê
23.09.2019