Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di Roja Navnetewî ya Qurbaniyên Şerên Kîmyayî de, û piştî bûrîna bêhtir ji şeş salan di ser pêkanîna tawanên mezin ji hêla rêjîma Esed bi bikaranîna çekên kîmyayî, tevî zincîreke dirêj ji tawanên cûrbecûr; hêjî miletên cîhanê li hêviya dadgehkirina rejîma Esed a tawanbar in, ya ku yasa navdewletî binpê kiriye, û bi pêkanîna tawanên dijemirov rabûye, bi bikaranîna çekên kîmyayî bi sedên caran, her ji sala 2011an ve, û binpêkirina hejmarek ji biryar, peyman û rêkeftinên navnetewî.
Di vê roja taybet de ji bo bîranîna qurbaniyên tawanên çekên qedexekirî yên navnetewî li dijî sivîlan, Hevbendiya Niştimanî ya şoreş û rikberiya Sûriyê, careke din ji civaka navdewletî dixwaze ku bi berpirsyariyên xwe rabe derbarê dosya tawanên li Sûriye bûne, û tekez dike li ser pêwîstiya ku rêz li biryarên navnetewî were girtin, di pêşiyê de ji aliyê aliyên biryardar bi riya sepandina sizayên darvekirinê û dadgehkirina tawanbarên van binpêkirinan, ku ji hêla saziyên navdewletî ve bi lêpirsîn hatine bi belgekirin û hemûyan berpirsiyariya bikaranîna çekên kîmyayî gelek caran xistine stûyê hêzên rêjîmê.
Girîngiya rojên navdewletî ne tenê ji bo agahdarkirina miletan bi babetên herî girîng yên vê rojê ne, lê zêdetir ji bo ku berpirsiyarên civaka navnetewî û berpirsiyariyên sazî, dezgeh û navendên li bîra wan bînin di derheqê van pirsgirêkan de, û îro di bîranîna qurbaniyên şerê kîmyayî de diyar dibe ku şermî navnîşanê herî xuyaye di eniya civaka navnetewî û Encûmena Ewlehkariya NY û aliyên navnetewî yên sereke de ye.
Pêşveçûnên li ser erdê û tawanên rojane yên li dijî gelê Sûriyê ji hêla rejima Esed, dagirkariya Rusya, mîlîsên Iranî û rêxistinên din yên terorîstî ve li Sûrîyê; hewcedariya bilez ji bo dîtina mekanîzmek navnetewî ji bo bidawîkirina trajediya gelên Sûriyê diyar dike, bi riya pêkanîna yasaya navdewletî û veguhastina dosya tawanên li Sûriyê ji bo dadgeha tawanên navnetewî û sizadana tawanbarên şer, koçberkirin û işkenceyê, û herweha tawanbarîyên çekên kîmyayî piştrast dike.
Rehmet li şehîdan, saxî ji birîndaran re, azadiya ji girtiyan re,
Bijî Sûriya, û gelên wê bi azadî û serfirazî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê – Sûriya
Ofisa ragihandinê
30.11.2019