Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, bi navê gelê Sûriyê, bi qedirgirtin û rêzdarî li dayikên Sûriyê dinere, yên ku ji bilî berpirsiyariyên dayikan, bi dirêjiya 9 salan ji temenê şoreşa me, barekî mezin hilgirtine, û di wan salan de dayikên sûrî rûbirûyî rewşeke dijwar bûn, û qurbaniyên herî mezin pêşkêş kirine.
Roja dayîkê îro tê, lê bi sedhezaran dayikên Sûrî zarên xwe ji des dane, û kezebên xwe xistine bin axê, ji ber tewanên rêjîma Esed û dagîrkerê Rûsî.
Roja Dayikê îro hatiye, û bi dehan hezar dayikên Sûriyê ji bendewariyê ranazin, û di xema zaroyên xwe yên ku di girtîgehên rêjîma sitemkar da ne, û bi wî awayî meh û sal derbas bûn bêyî ku ti nûçeyan li ser wan bibhîzin.
Roja dayîkan îro hatiye, lê hîn bi hezaran dayik di girtîgehan de ne, û bi melyonan jî di êşa derbiderî û koçkirinê de dijîn, û bi dehhezaran li çolan û di bin çadiran de mane, ji ber tewnên rêjîmê û hevalbendên wê direvin, û hejmareke mezin ji xelkê malxoyên mala xwe winda kirine, û di vê dema dijwar de bitena xwe debara malbat û zarên xwe dikin, lê tevî wê jî hîn di rol û karên xwe de derbarê komkirina malbata sûrî berdewam in, daku penagehekê di van rojên dijwar de dabîn bikin.
Dayika Sûrî wê bimîne ya herî mezin di vê şoreşê de, û ew bingeha rizgarî û şerê li dijî zordariyê ye, bi mezinahiya qurbaniyên wê, êşên wê, deyaxa wê, û têkoşîna wê bi xwe û zarok û malbata xwe.
Xweragiriya dayîkên qedirgiran, yên bîhnfireh û bideyax in, û her gav di rêza yekem de ne, têdikoşin ûgel han didin li ser pêşdeçûna di riya rûmet û azadî û şanazî û serxxebûnê de, û hîn jî hêvî û viyanê bo cîbicîkirina serkeftinê di me de diçînin.
Di cejna dayîkê de em çêtirîn xêr û hêviyê ji wan re dixwazin, û bihêvî ne ku cejna wan destpêka dawiya vê demsala bi êş be, û destpêka serdemeke nû be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
21 adar 2020