Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Selah Derwîş: Ez bawer nakim ku Dewlwtek bi tena xwe bikaribe çareseriyê ji pirsgirêka sûrî re deyne

January 20, 2015
in Dîdara Taybet
Reading Time: 4 mins read
A A
Selah Derwîş: Ez bawer nakim ku Dewlwtek bi tena xwe bikaribe çareseriyê ji pirsgirêka sûrî re deyne

Derbarê destpêşxeriyên navdewletî yên di vê heyvê de ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê çêdibin , beşê kurdî ji Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Şoreş Û Rikberiya Sûriyê ev dîdara taybet bi endamê Desteya siyasî ya Hevbendiyê D. Selah Derwîş re kir.

-Hevbendî ber bi kongireyê Qahîrayê ve diçe yê ku wê di 23 û 24ê vê heyvê lidar keve, hûn dikarin çi li ser van guhertinên siyasî yên nû bibêjin, bi taybetî li ser yadnameya pevgihiştinê ya ku Hevbendiya Niştimanî ji Desteya Hevrêziyê re şandiye?
 
Di destpêkê de, civîna ku wê li Qahirayê bê bestin ne Kongir e, lê tenê ew hevdîtinek e, bi rastî Hevbendî dixwaze ev Hevdîtina di nav herdû aliyan de bê tevlêbûna Wezîran an jî Baylozan be , bê dezgehên ragihandinê be jî, em niha di desteya hevdîtinê de rengê amadebûnê gengeşe dikin, pêşinyara Hevbendiyê ew bû, ku dîtina aliyîn din yên rikberiyê bê kirin, lê em wek Hevbendî vê carê bi kaxezek nivîsandî beşdar dibin, ji bo ku herdû alî li ser lihev bikin eger ew seqaya guncayî ji bo goftûgoyên bi rijêmê re bên dîtin, û ev kaxez di bingeha xwe de li ser biryarên rêkeftina Jinêvê ava dibe.

– Diyar e hûn nêzîkî lihevkirinekê li ser hin babetên sereke bi Desteya Hevrêziyê re dibin, gelo ev tê wateya ku hûn wek Hevbendî, Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD ji van hevdîtinên şêwirmendî bidûr naxin?

Ji ber Hevbendiyê rûniştina bi Desteya Hevrêziyê pejirandiye, Deste di destnîşankirina alî û kesên ku nûnerîtiya wê di wê hevdîtin û şêwirdariyê de bikin azad e, û ne ji mafê me ye em mercan ji wan re deynin, çawa ku em endamên xwe ji van hevdîtinan re heldibijêrin, ew jî ev tişt bi wan ve girêdayî ye.

-Hat zanîn ku Hevbendî bi fermî nehatiye vexwendin ji bo Kongireyê Mosko, lê navin hene ku vexwendin ji wan re ji bo amadebûnê di 26ê vê heyvê de hatiye, gelo tu jî ji wan kesên ku vexwendin bi rengê kesayetî ji wan re hatiye?

Belê ez yek ji wan kesên ku vexwendin bi navê wan yê kesayetî hatiye û ne bi navê pileya wan ya fermî wek endamê Hevbendiyê an jî endamê partiyeke destnîşankirî, Hevbendî nehatiye vexwendin ji platforma Mosko re, û Hevbendiyê daxuyaniyek derxistiye helwesta xwe ya pozîtîv ji amadebûnê diyar kir, û di daxuyaniyê de diyar kir ku ew hevdîtin biser nakeve, ji ber nehatina giringtirîn aliyên kêşeya Sûriyê, ji bilî ku ev platforma ku tê xwestin lidar keve haziriya pêwîst jêre nehatiye kirin, çi ji aliyê nerîneke zelal de be, an jî pirojeyek siyasî yê nivîsandî, an jî ji aliyê hebûna gerantî û fişarên navnetewî ji bo gihiştina çareseriyekê.

-Gelo ev tê wateya ku we destê xwe ji destpêşxeriyên mosko tevan şuştiye, yan hê jî hêviya we di mosko de heye di çareserkirina kêşeya gelê Sûriyê û bidawîanîna êş û azarên wî?


Ji ber ku em wek Hevbendiya Niştimanî Sûrî bawerin ku çareseriya siyasî tekerê ye ji bo bidawîanîna derdeseriya gelê Sûriyê, lewra em her destpêşxeriyê dipejirînin ji kîjan dewletê be, eger armanca wê ruxandina stemkariyê û dîtina çareseriyeke siyasî û bidawîanîna derdeseriya gelê Sûrî be, Rûsiya birastî Xwedî giraniyek navnetewî ye, û endamek e di Encumena Ewlehiya Navdewletî de, em dixweazin Rûsiya roleke wê ya erênî di vî alî de hebe,lê tiştê ku wê li rûsiya çêbibe mercên serkeftinê jê re tune ne ji ber ku nerînek zelal ji bo çareserkirinê tê de tune ye.

-Ma destpêşxeriya Mosko, ew jî wek destpêşxeriya Şanderê nêvdewletî yê neteweyên yekbûyî ji bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora ye, nenîvisandî û tenê devikî ye , û Hevdîtin an jî Platforma Rûsî tenê hevdîtinin destpêkî ne ji tiştî re ku hê nehatiye ragihandin?

Eyn ew e, vexwendina Mosko jî wek ya Di Mistora ye kaxezek nivîsandî jê re tun ye, ji lewra mirov dikare navê Hevdîtinek Şêwirdariyê Di Nav Rikberiya Sûrî De lê bike, paş re di nav rikberiyê û Rijêmê de, eger rikberiyê bitevahî li hev kir, bi wateya ku Rûsiya çi destpêşxerî di vî alî de nekirine.

– Ehmed Dwid Oxlê serokwezîrê Turkiyê zêdî carekê daxwaza Devereke Dijfirînê li Helebê kir, daxuyaniyên Oxlo û destpêşxeriya Di Mistora ya ji bo rawestandina şer li Helebê çi wan bi hev girêdide?

Ez texmîn nakim ku herdû daxwaz hev temam dikin, ji ber ku armanca serekî ji destpêşxeriya Di Mistora re rawestandina şer e di nav rikberiyê û Rjêmê de û lihevkirina li ser wê, lê daxwazên Serokwezîrê Turkiyê dabînkirina Devereke dijfirînê û herêmeke aram e, eger rijêm bivê an nevê.

-Gelo ev bangawaziyên Oxlo wê kesek bi wan bike , an jî wê di piratîkê de pêk werin?

Ez bawer nakim ku Oxlo an Dewlwtek bi tena xwe bikaribe çareseriyê ji pirsgirêka sûrî ya ji Çar salan de gurtir dibe deyne , ew kêşeya ku gelek alozî û dijwarî tê de hene, di baweiya min de tu çareserî ji pirsgirêka sûriyê re nayê dîtin eger tevahiya aliyên xwedîbandor derbarê Sûriyê lihev nekin.

-Pirsa dawî D.Selah, tu hêviyan çareseriyê ji destpêşxeriyên navdewletî yên di vê sala nû de hatine pêşkêşkirin dike, gelo mizgîniyên çareseriyek nêzîk hene ku gelê Sûriyê yê westiyayî ji vê ceng û rewşa dijwar ruha bibe?

Em wek hevbendî , her tiştê ku em karibin bikin ji bo bidawîanîna derdeseriya gelê Sûriyê em ê bikin, em di vê rê de berdewam in, em bi hêvî ne ku sala 2015an sala rawestandina xwînrijandin û kuştina gelê Sûriyê be, û gelê Sûriyê ji Qunaxa desthilata serkutkirin û stemkariyê têkeve qunaxa dewleta dîmoqrasî û azadiyê ku gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhatên xwe ve bi azadî û rûmet bijîn.

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Bexşîneke Emirîkî Ji Hikûmeta Demkî re Di Riya Pirogiramê” Bi Kesk”re Bo Piştgiriya Pirojeyên Geşpêdanê

Bexşîneke Emirîkî Ji Hikûmeta Demkî re Di Riya Pirogiramê" Bi Kesk"re Bo Piştgiriya Pirojeyên Geşpêdanê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.