Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ehmed Tu`ima, di kongirekî rojnamevanî de duh Sêşembê li bajarê Xazî Entab ê Tirkî nûçeya bexşîneke Emirîkî ya diravî ku ji hikûmetê re di riya bernameya ” Bi Kesk” pêşkêş kiriye ragihand.
Serokê Hikûmetê diyar kir ku ji armancên bernameyê vekolîn û nirxandina pêdiviyan li deverên di bin destê Artêşa Azad û yekîneyên şervan de ne, bicîanîna pirojeyên geşepêdanê di nav pêşindeyên pêdiviyan de ne, destpêkirina bernameyê hawarçûnê bo sivikirina zehemtkêşiya mirovan , aktîvkirina desthilata sivîl di riya çesipandina encumenên xwecihî û wezaretên Hikûmeta Demkî re, û avakirina baweriyê di nav welatî, hikûmet, û bexîneran de bi riya ronîkirina pirjeyên pêkhatî .
Tu`ima tekez kir ku bername ne pirojeyeke demkî yan hawarçûnê ye, lê ew bernameyeke gelek aliyên pisporiyê tê de hene, ji bo pêkanîna civakê û amadekirina wê bo qonaxa avakirinê piştî rûxandina rejîma Esed kar dike.
Tu`ima di kongirê ku bi beşdariya rêvebirê bernameya ” Bi Kesk” Enes Tu`ima lidar ket, diyar kir ku bexşîna Emirîkî (6 Melyon Dolar) ew bersivdanek destpêkî ye ji Emirîka piştî daxwazên hukûmetê ên berdewam ji bo alîkariyê da zehmetkêşiya milletê Sûrî sivik bibin. Armanca bexşînê piştgiriya hikûmetê ye bi alîkariya encumenên xwecihî ên helbijartî di dagirtina valahiya rêveberî de, û piştgiriya pirojeyên xizmetguzarî, geşpêdan û mirovî.
Ji hêla xwe ve, rêvebirê bernameya “Bi Kesk” Enes Tu`ima bal kişand ser ku ” keda tîma karê bernameyê, baweriya dewletên bexşîner bi wan anî, mîna Ajansa Emirîkî a Navdewletî Bo Geşpêdanê USID. Du rêkefin bi nixê 6 Melyon Dolar girêdan, ew jî bo piştgiriya pirojeyên kehreba , av, fêrkirin, tendirustî, jêrxane, genim û ard, rêvebiriya ting û sergoyan, piştgiriya rêvebiriya xwecihî, û karûbarên lezgîn “.
Enes Tu`ma diyar kir ku peymana yekem bi (4,4) Melyon Dolar e, armanca wê ku alav û amêran bidin rêvebiriyên bi Hikûmeta Demkî ve girêdayî ne bo geşkirina hin deveran.hin ji wan alavên giran û veguhêz in, wek tirimbêlên paqijiyê, motorên elektrîkê ên mezin, û herweha bûjenin dî bo jêrexanê, û motorên avê jî.
Bexşîna duwem (1,6) Melyon Dolar e, bo bihêzkirina rola rêvebiriyên hikûmetê û encumenên xwecihî di bersivdana lezgîn bo bûyeran e. ji wan selkê xwarinê ên zivistanî, alavine fêrkirinê, herweha alîkariyên bo nanpêjgehan mîna hevîrtirş û ard, û alîkariyin dî li gor pêşveçûnan.
Rêvebirê ” Bi Kesk” diyar kir ku nirx û xerciyên karmendên pêkanîa pirojeyan ne di nav herdu bexşînan de ye, mîna heqdestê karkeran û enerciya gerek, ku hikûmet wê di budceya 2015an de li xwe digir, ew jî derdora 600- 800 Hezar Dolar e, anku 13% ji bexşîna pêşkêşkirî ye.
Hêja ye gotinê ku bernameya ” Bi Kesk” di nîvê sala bûrî de hate damezirandin, bo piştgiriya karê Hikûmeta Demkî û Encumenên xwecihî da valahiya ewlehî û rêvebirî li deverên di bin destê Artêşa Azad û yekîneyên şervan de dagire.
Şanderê Emirîkî bo Sûrî Danyal Robinştayn di nîvê sala bûrî de tekez kiribû ku ” Emirîka berî dide alîkariya Hikûmeta Sûrî a Demkî”, Robinştayn dît ku Hikûmeta Demkî ” Bêtir dikare kar li hindirê Sûrî bike, û piştgiriyê ji milletê Sûrî re pêşkêş bike “.
Robinştayn destnîşan kir ku Emirîka dixwaze pirojeya ” Sûrî Bi Kesk” bicî bîne, di riya Hikûmeta Sûrî a Demkî re bi mercê ku kar di lezgîntirîn dem de tê de bibe.
Ji hêla xwe ve Tu`ima tekez kir li ser ” Karîna Hikûmetê a di zêdebûnê de ye bo kar di hemû kartan de û li hemû deverên Sûrî ên derveyî desthilata hêzên Esed bike, û daxwaza hikûmetê ew e misogirkirina rewşin guncayî ji jiyana xelkên me li wan deveran. Lê çeteyên Esed hemû diyardeyên jiyanê li wan deveran di riya topbarana bi firokên cengî, bermîlên teqîner, armanckirina sivîlan û jêderên jîndan û xizmetguzariyê, û herweha dibistan û nexweşxane û hemû diyardeyên sivîl dikujin”.
Jêder: Hevbendî