Rojên dawî gelek hevdîtin û rûniştinên şêwirdariyê di navbera aliyên Opozisyonê de li Qahîra û Beyrûtê heta bi Moskoyê çê bûn.
Ji bo em encamên evan hevdîtinan ronî bikin, Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî- Beşê Kurdî- ev çavpêketin digel Endamê Encûmena Niştimanî Kurdî Sûrî mamoste Fûad Elîko kir:
Gelo hevdîtinên Qahîre û Mosko tenê ji bo nehêlana rola Hêzên Opozisyonê û afirandina nakokiyan di navbera wan de bûn? An jî hewldana çikandina cudahiyê di navbera Hêzên Opozisyonê de ji aliyên ko vexwendin kirin? An jî hevdîtin bi sûde bûn.
Di baweriya min de hemû texmînên te anîn ziman di siyaseta rûsî de dibin, çimkî ji roja pêşî de li dijî Şoreşa Sûriyê rabû, û piştgiriya Rêjîmê ji hêla leşkerî, siyasî û diplomasî kir. Mafê Vîto di Encûmena Asayişa Navdewletî de çar caran bikar anî, da Rêjîma Esed neyê sizakirin, û hêj li ser helwesta xwe ye, û ji ber evê yekê jî Mosko nikare bi rola navgîniyê di navbera Rêjîmê û Opozisyonê de rabe. Hevrikiya Sûriyê bi cûreyên xwe yên têvel bi tevayî vê rastiyê dizanin, Ji ber wilo jî Hevdîtin red kirin, ji bil ew ên ko Rêjîm wan dibîne bi kêrî danûstandinê tên.
Ev kesên ko çûn, hevdîtina li Şam û Tehranê bi wan re bi gelekî ji çûna Mosko çêtir e, bi teybetî hinek ji van kesan ji Şamê û bi heman Firoka Şandeya Rêjîmê bi bal Mosko ve birê ketine. Armanca Rûsan ji evê hevdîtinê ewe ko nameyan bişîne ji hin aliyan re û bibêje: binêrin ez hêj heme û dikarim kaxezan li binguhê hev bixînim û tu çare ji Opozisyonê re nîn e, ji bil ko serê xwe ji Rêjîma Esed re deynin û mercên Rêjîmê bipejirînin. Ez dibînim ko em tu giringiyê nedin evê pêşxriya ko heta di aliyê ragihandinê de jî mirî derket.
Gerek Opozisyon ji evan pêşxeriyên Mosko û yên di xeta wê de ne,ji hin kesên ko navê xwe dikin Hevrik û Opozisyon re hişyar be. Ev nayê ewê wateyê ko danûstandin di navbera aliyên Opozisyonê de tune be, gerek aliyên Opozisyona rasteqîne bi hev re danûstandinê bikin û bigihên çareyekê ji pirsa Sûriyê re û li ser ewê bingehê û dûr ji mercên navdewletî ji kê be û ji çi aliyî be Hevpeyivînê bikin.
Wezîrê karûbarê derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov destnîşan kir ko ev hevdîtina li Mosko çê bû tenê şêwirdarî bû, û ti lîsteya kar jê re tune bû, û nabe navê goftûgoyan lê bê kirin, gelo çima wê berê xwe bidin Mosko, û mebest jê çiye, û hêviya çi sûdeyê ji amadebûna van hevdîtinan heye?
Ji daxuyaniya Lavrov xuya ye, ko ev kar hemû ji bo valakirina naveroka danûstandinên Cinêva1 û herifandina bingegên wê bû, tev ko ew bingeh gelek ravekirin jê re hene, lê ew wek bingehekê ji danûstandinê re tê qebûlkirin, lewra nizimkirina asta danûstandinên ku berê bi mercin diyar li gor lîsteyeke kar ya destnîşankirî, bo danûstandineke bêmerc û bê lîsteya kar ew pûçkirina danûstandinan bi xwe ye, û bêhişiyek siyasî ye eger yê xwe Opozisyon dibînin ber bi vê Hevdîtinê biçin.
Vexwendin ji bo hevdîtinên Qahîra û Mosko kesane bûn, û ew vexwendin ji hin kesayetiyên Encûmena Niştimanî Kurdî Sûrî û ji endamên Hevbendiyê re jî hatin, gelo redkirina vexwendinê ji aliyê kesên vexwendî bû an daxwaza Hevbendiya Niştimanî bû?
Wek hûn dizanin Encûmena Niştimanî Kurdî bi kesayetiya xwe ya naskirî, Endama Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyonê ye, û beşdariyê di avakirina siyaseta Hevbendiyê de dike, li gor evê yekê ew bi biryarên Hevbendiyê di warê niştimanî yê giştî de pabend e, û çi pêwîstî nîn e ko nûnerên Encûmena Kurdî di Hevbendiyê de derbarê vê mijarê li Encumanê vegerin.
Bajarê Kobanî ji Rêkxistina Daişê rizgar bû, gelo çi grantiyên Navdewletî hene ko dîsa Daiş êrîşî Kobanê neke an dagîr neke? Gelo ew hêzên leşkerî yên PYD û Pêşmerge û Artêşa Azad yên li wir dikarin berevaniyê di ber Herêmê de bikin û Gundewarê Kobanî rizgar bikin?
Rast e Kobanê ji desthilatiya Daişê piştî şerekî çar mehan berdewam û piştgiriya Firokên hêzên Navdewletî û bi beşdarbûna çend hêzên li ser erdê rizgar bû, , ev tenê serkeftina şerekî ye ne ya cengê tevî ye, lê şerekî mezin ji bo rizgarkirina Gundewarê Kobanî û Til Ebyed gerek e, û ez dûr nabînim ko êrîşên berevajî yên Daişa tirorist dîsa çê bibin.
Û her ko hêzên Şoreşger bi pêş ve berbi Gundan ve biçin, aniya şer berfirehtir dibe, ev jî hêzê bêtir dixwaze, hejmarek bêtir ji şervanan, û hevrêzî di navbera hemû aliyan de, herwiha derfet li pêşiya ciwanên Kobanê û Til Ebyed vebe da di Oprasiyonên leşkerî de beşdar bibin bi taybetî Ciwanên Encûmena Niştimanî Kurdî Sûrî û cîbicîkirina Peymana Duhokê ya di navbera Tev-Dem û Encûmena Niştimanî Kurdî de, ewê hingê em dikarin bibêjin ko em di beraberiya Daişê de berû aliyê dirist ve diçin, da Herêm ji hemû şer û zêdegaviyên wan rizgar bibe.
Li Beyrûtê hevdîtinek evê dawiyê ji bo mijara Sûriyê çê bû, vexwendin ji aliyê “Navenda Kartir” bû, ji bo rêyên veguhastina siyasî li Sûriyê, yek ji karên wê, dosya damezirandina Desteyeke veguhêz e, ku doza guhertina 23 bendan ji desthilatiyên Serokatiyê li Sûriyê dikin. Û hevdîtin bi amadebûna kesayetiyin ji Rêjîm û Opozisyonê li gora Rojnameya Elheyat da xuyakirin, tu dikarî ji me re bide xuyakirin çi giringiya tiştê ko ev Navend pê radibe heye? Û çi bi dest wê ve tê? Gelo rast e hin ji Opozisyonê jî amade bibûn?
Ev Navend tenê ya şêwirdariyê ye ne bêtir, û karê wê ew e ku hevdîtinan di navbera kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî yên Sûrî de çê dike, û hevpeyivîn li ser awayê veguhastina siyasî li Sûriyê çê dibin. Û di pey re nerîna xwe ji çareseriyê re digihîne Navendên Navdewletî yên xwedî biryar wek Emerîka û Yekîtiya Ewropî û Netewên Yekbûyî, û di Eylûla 2014an de li Siwêsra ez bi xwe jî di workşopeke wê de beşdar bûm.
Çima Encûmena Niştimanî Kurdî Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî hêj nedaniye, tê zanîn ew ji para wê ye?
Ez bawer nakim ko arîşe di evê mijarê de hene, tenê bîroqratî û rotîna di dezgehên Encûmena Niştimanî Kurdî ev derengî çê kir, lê nêzîk wê Encûmen civîna xwe bike û ewê nûnerê xwe yê Hevbendiyê destnîşan bike.