Lîwa Selîm Idrîs wezîrê bergiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, destpêka kar ji bo damezrandina Artêşeka Niştimanî ya Sûrî ku hêzên şoreşê yên leşkerî li xwe bigire û ji 60 hezar şervananî pêk were ragihand, ku wê kar li gor sîstem û zagonên nêvdewletî bikin, da di Sûriya paşerojê de têkeve şûna hêzên rêjîma Esed.
Wezîrê bergiriyê tekez kir ku “serkeftin li ser rêjîma Esed û hevalbendên wê nabe bê pêkanîna artêşeka leşkerî rêxistî, ku li gor pile û yasayên leşkerî û li gor piransîpê lêpirsînê wek ya heyî di tevaya artêşên Cîhanê de tevbigere “.
Idrîs di axaftina xwe de digel Sirac pirês got, ku Wezareta bergiriyê tevaya Sûriyên miyanrê yên bawariya wan bi Sûriyayek azad û yekgirtî tê dipejirîne, û got :Em dest ji yekîtiya Sûriyê bernadin”, û cext kir li ser pêwîstiya ku “Divê damezrandina artêşê li gor biryarek taybet bi Sûriyan be”.
Di berdewamiya axaftina xwe de got ku :wezareta bergiriyê ev piroje pêşniyazî her yek ji Encûmena Leşkerî û Serokayetiya Erkanê kiriye”, û balkişand ku ji bo şirovekirina pirojeyê navbûrî û guhdarîkirin li pêşbînî û pêşniyaran, wê hevdîtin bêne encamdan bi her bereyekî ji bereyan re û got:”ku ev piroje guhêrbare û dibe bête serastkirin bi awayeyekî guncayî digel pêkanîna artêşê “, û cext kir ku pêwîste em damezrandina Supayekî ku hejmara wê bêhtir ji 60 hezar şervananî be ji cîhanê re biselmênin, û got: “heger em bikarbin damezrandina artêşê pêkbînin û tabûrên wê bi yek bikin, wê gavê dikarim bi xurtayî bêjim ku dewletên piştgiriya gelê Sûriyê dikin wê berê xwe bidin artêşê, ji ber ku dewletên Cîhanê rêzê li gelên xudan yek serkirdayetî digirin, û dewlet mamelê digel jihevketiyan nakin”.
Idrîs got: dema şiyan peyda bibin wê li ser artêşê bi tevayî belav bibin, mina mûçe û alîkariyên hawarhatinê û yên pizîşkî û otombêl û amîrên pêwendiyan di çarçoveyê giringiya stratîjî û tektîkî yên li ser qadê bêne belav kirin”. û got: “dema ku artêş bête damezrandin wê hemû bêne rêkûpêkirin û wê mûçe û xwarin û vexwarin ya rojane û mesrefa xêzanî bo her şervanekî bête dabîn kirin, û dema şervanek birîndar bibe wê aliyekî pabend bi şopandina rewşa wî ya tenduristî bi karînên berdest hebe, herwiha artêş bo her şervanekî gerantiya lêpirsîna yasayî dide, ku ew bi yasayên navdewletî parastiye “.
Hêjayî gotinê ye ku Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî di demekê pêş de digel serkirdayetiya leşkarî ya bilind û desteya Erkana giştiya şoreşa Sûriyê, rêkarên avakirina Navçeyên tenah Di bakur û başûrê Sûriya de gengeşe kiribû, û herwiha şêwazên yekirina hêzên şoreşgerî û yên leşkerî li jêr serpirştiya serkirdayetiya Erkan, bo pêkanîna hêzeka navendî ku bibe artêşek niştimanî li jêr yek al û yek armancê.
Xalid Xoca got: “ku çareseriya herî baş û kara di qonaxa bê de ew e, ku em bi dezgehkirina desteya Erkan li jêr serkirdayetiya efserên pîşeyî û yên teknîkîdar rabin, çi ji mezinên efseran bin yan jî serpilan bin”, û got nabe ku rola wan kesên çek hilgirtin û kar di serkirdayetiya şoreşê de kirin û rola wan hebû di rizgarkirina navçeyên berfereh ji destê hêzên rêjîmê bê piştguhkirin, û balkişand ku wê cihê wan kesan parastî be di hindur serkirdayetiya leşkeriya nû de”.
Jêder: Hevbendî