Yekîtiya Ewropî asta alîkariyên xwe bo hikûmeta Libnanî bi 37 melyon Yoro dema serdana şandeke Eworopî ji kampên penaberan re li Libnanê bilind kir, ji bo karibe barê penaberêbn Sûrî li ser xaka xwe hilgire.
Ev alîkarî mîna beşek ji hejmarek alîkariyên nû ye ku bi 136 melyon Yoro ye ji hindirê Sûrî û welatên cîran re bo pêşveçûnên nû ku li Sûrî rûdane terxan kirin.
Alîkariya nû di serdaneke hevbeş ji Raspêrê Ewropî bo Alîkariyên Mirovahî û Rêveberiya Kirîzan û Raspêrê Ewropî bo Siyaseta Ewropî ji Welatên Cîran re û danustendinên firehbûnê, bo guftugokirina pêdiviyên penaberan û bandora kirîzê li ser welatên cîranên Sûrî.
Raspêrê Alîkariyên Mirovahî û rêveberiya kirîzan di Yekîtiyê de Kirîstos Staylyanîds, rawestana xwe li gel Libnanê ragihand, û got mana wan penaberan li ser erdê , hewcedariya wan ya demdirêj bi alîkariyê nîşan dide. Û tekezî kir ku pirsyariya hilgirtina barê penaberan û parastina penaberên Sûrî ji tiştê ku li welatên penaberiyê bi serê wan de tê ji her kesî tê xwestin.
Hêvî di alîkariya nû de heye ku pêdiviyên sereke yên penaberan , yên ku bêtir tade li libnanê li wan hatiye bicî bîne, bi taybet kesê di vê zivistanê de bê cî û war in .
Jêder: Hevbendî – Ajans