Nirxê Lîreya Sûrî peyabûneke dîrokî nû daket. Giha 230 lêreyî beraber yek dolarê Emerîkî,ku ev yekem car e ji gava serxwebûna Sûriyê wisa dibe, lê kirîna Dolar li Banka Navendî 190 lêre ye.
Acansa Rêjîma Esed doh anî ziman ko Banka Navendî beşê duyem ji pereyên terxankirî ji bo sûka xurdekirinê, berda sûkê, ew jî 65 milyon Dolar in.
Herwiha Banka Navendî hewl dide ko nêzîkayê têke navbera her du Nirxan, yê Sûka reş û yê fermî, bi kêmkirina lipeyhev ji buhayê xurdekirinê re di weşana nûçeyên fermî de.
Birêveberê Banka Navendî Edîb Miyalê doh ragihand di rûniştineke têwirdanê de, ko kompaniyên xurdekirina peran neçar bikin ji bo kirîna ji 300 heta 500 hezar Dolar, û nivîsgehên xurdekirinê bi kirîna ji 100 heta 200 hezar dolarî bi nirxê xurdekirinê 215 lêre beraber yek dolarê Emerîkî ,ji bo hevwelatî û ji hemû karên bazirganiyê û yên nebazirganiyê bi heman nirxî bête firoştin.
Û ev têkçûna Lîreya Sûrî ji ber nebawerîbûna bi abûriya sûrî ye, û nebûna yedekê pereyên biyanî û têkçûna saman û dahatên xwezayî yên Welat, çimkî berhemdan û kirîn û firoştina bi derve re rawestiyaye. Û hem destdanîna hin çeteyên Esed li ser mijara abûriya dewletê, û peyabûna berê ji nirxê lêreya sûrî re beramber pereyên cîhanî.
Jêder: Hevbendî+Acans