Şandeyekê ji Encûmena Niştimanî ya Kurd seredana Siwêsra kir û hevdîtin bi Peymangeha Pêşveçûn û Dîmuqrasiyê ya Birîtanî (Karîngî) re kir.
Ji bo ronîkirina encamên vê serdanê, me hevdîtin bi Ehmed Silêman re “Endamê Desteya siyasî ya Partiya Dîmuqrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” kir, tê de behsa kêşeyên girêdayî bi Encûmena Niştimanî ya Kurd û rewşa Sûriyê hatiye kirin.
Hevdîtin:
Tu yek ji Şandeya Encûmena Niştimanî Kurdî (ENKS) bû, ya serdana Siwêsra kir, ji bo hevdîtinê bi Peymangeha Pêşveçûn û Dîmûqratîyê ya Birîtanî (Karîngî) re bikin, armancên ji vê hevdîtinê çi bûn?
Hevdîtina Peymangeha Pêşveçûn û Dîmûqratîyê ya Birîtanî (Karîngî) bi Encûmena Niştimanî Kurdî re, armanc jê nakokiyên di navbera ENKS û Tevgera Civaka Dîmuqratî TEV DEM de bêne rakirin. Şandeya me dîtina xwe û nakokiyên navbera me û Tevdemê û sedemên cîbicînekirina rêkeftinên di nav herdu aliyan diyar kirin.
Biryar hebû ko hevdîtin di navbera herdu aliyan de bi çavdêriya Peymangeha Birîtanî di 27 Nîsana buhurî de pêk bihata, çima ev hevdîtin çê nebû?
Erê dema hevdîtinê ji aliyê Peymangehê ve hatibû danîn, lê helwesta me zelal bû, gerek cidiyet di peywendiyan de hebe, peymanên berê ji aliyê Tevgera Civaka Dîmuqratî cîbicî bibin û rakirina yasayên tekalî ji aliyên wan derketine wek Leşkeriya Neçar ji bo çi hevdîtinê mercê me yê bingehîn e.
Gelek arîşe û dosya li pêşberî Kongirê sêyemîn yê Encûmena Niştimamî Kurdî hene. Gelo çima lidarxistina kongir dereng ket?
Nuha em civîn û hevdîtinên rojane ji bo lidarxistina Kongirê sêyemîn yê Encûmena Niştimamî Kurdî dikin. Bi hêvî ne ko di nêzîktirîn dem de Kongir lidar bikeve û Encûmen ji nû ve vejîn bibe. Du rê li pêşberî Encûmena Niştimamî Kurdî hene, pirsgirêkên xwe çareser bike an jî dîlê lawaziyê bimîne.
Pêşveçûnên dawî li Sûriyê (Idlib, Der’a, Gundewarê Şamê) hûn çawa dinirxînin?
Her du aliyên li Sûriyê yên dijberiya hev dikin di qeyranê de ne, û tu projeyê wan ê niştimanî nîn e. Rizgarkirina çi herêmê ne herdem hêza oposizyonê dide xuyakirin lê ew di bin bandora herêmî de tê. Li gora dîtina min çi çareserî bi bijarteya leşkerî nayê, çareserî li Sûriyê siyasî ye û dê bi rêya danûstandinan bibe.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî berî çend rojan ragihand ko ew amade ye di civînên Cinêv 3ê de beşdar bibe, gelo ti hêvî di van civînan de heye?
Dawiya her nakokî û dijberiyê her dê danûstandin û çareserî bin, em di Encûmena Niştimanî Kurdî de biryara Hevbendiyê durist dibînin û em bilind dinirxînin. Li gora dîtina min dê ev danûstandin bi encam bin bi taybetî piştî guhertinên dawî li Sûriyê çê bûne.