Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Em di Hevbendiya Niştimanî de xweşhal in bi vexwendina Encûmena Hevkariya Erebî ji bo mêvandariya Kongirê Opozisyona Sûrî li Riyadê ,ya ko roja Sêşembê di daxuyaniya Civata Encûmena Hevkariya Kendava Erebî de hate ragihandin.
Em bizava Encûmena Hevkariya Kenvdava Erebî di piştgiriya Şoreşa Sûriyê de bilind dinirxînin. Em rola aktîv ya Encûmena Hevkariyê bi serpereştiya Siûdiyê di piştgiriya Gelê Sûriyê de tekez dikin, heta ko azadî û rûmetê misoger bikin. Her wiha em rola wan di alîkariyê ber bi qonaxa veguhêz de heta qonaxa piştî rûxandina Esed tekez dikin, li gora mijarên hevbeş ji bo Sûriya paşerojê bête avakirin.
Em pabendbûna xwe bi çareseriya siyasî û destpêkirina danûstandina ji cihê ko lê rawestiyabûn tekez dikin. Hem em sûrbûna xwe li ser pêşindeyên Şoreşê di rûxandina Rêjîmê de û dadgehkirina wan li hemû danûstandin û pêşxeriyan dubare dikin. Tev ko Hevbendî di ewê baweriyê de ye ko Rêjîm ji çareseriya leşkerî pê ve di serî wê de tiştek nîn e, û pêşxeriyên navdewletî tevan piştguh dike bi armancekê tenê ew jî da zêdetir demê bistîne û Şoreşa gelê Sûriyê yê doza azadî û rûmetê dike têk bibe.
Mihemed Yihya Mektebî
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê
06,Gulanê,2015