Daxuyaniyek Rojnamegerî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî di civîna xwe ya awarte de ya ji 28 ta 30 Tebaxa 2015 berdewam kir, pilana ku şanderê Netewên Yekbûyî Stîvan Dî Mîstora bo Encumena Ewlehiyê pêşkêş kiribû ji hemû aliyan ve gotubêj kir, û gihişt van xalan:
1- Hevbendiya Niştimanî girtin û baweriya xwe bi bi nerîna çareya siyasî li gor pêkanîna hêviyên milletê Sûrî di azadî û rûmetê d, û li gor daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Encumena Ewlehiyê û rewatiya navdewletî, ku pêkanîna veguheztinek siyasî rastîn li ser bingeha lîsteyek demdar û destnîşankirî misoger bike tekez dike.
2- Gerek encama çareya siyasî veguheztina deshilatiyên cîbicîkirinê, zagonsaziyê, û dadwerîyê ji rejîma Esed bo desteyeke fermandar, veguhêz, û bi hemû desthilatiyan be, welat bixe riya jiyana dimuqratî, û pirnetewa siyasî, anku divê tu rol ji Esed û hevalbendên wî re di qonaxa veguhêz de yan di pêşeroja Sûrî de nemîne.
3 – Desteya Giştî a Hevbendiya Niştimanî paşgukirina pilana pêşinyarkirî ji binpêkirnên rejîma Esed ên diyar û berdewam ji biryayrên Encumena Ewlehiyê nemre 2209 – 2139 têbîn kir, herweha paşguhkirina hemû awayên ku dibe xwîna xelkê Sûrî biparêze û êşa wî a ku rejîmê û milişiyên regezperist û tiror sedemên wê ne sivik bike.
4- Pêşinyarên pêşkêşkirî hemû kelemên ku rejîma Esed datanîn bo gavên avakirina baweriyê di warê mirovahî de bi awayekî pêkhatî û dirustkirî paşguh kirin, ev yek jî tê wateya nepeydakirina jîngehekê bo alîkariyê di guftugoyên siyasî û bi sûd de, jibilî dorpêçkirina pilanê û jihevxistina wê bi awayekî hilbijartinî ji nûnerên gelê Sûrî, û danîna kêşeyin neçar dibe ku nûnertiya wan ji milletê wan re qels bike, û di heman demê de dihêle ku rejîm nûnerê xwe bi serbetî û bê tu astengî hilbijêre.
Wê desteya siyasî di Hevbendiyê karê xwe yê jê re hatiye spartin berdewam bike, têkiliyan bi şanderê taybet, tîma wî, û Encumena Ewlehiyê re derbarê (tehefuzat)û pirsên pêşkêşkirî bike, herweha wê Desteya Giştî vegere lidar bikeve eger tiştin nû hebin.
Di vê derbarê de, û di warê asteng, kelem, zehmetî, û binpêkirinên ku bi serê penaberên Sûrî de di dema dawî de tên, ku êşa wan mezintir kir, Desteya Giştî komîtek bo pêwendiyên bi dewletên bi pirsgirêka penaberên Sûrî têkildar e pêk anî, û wê jî dest bi karê xwe kiriye, şandên fermî bo serdana weletên Ewrupî bi rê kiriye, têkiliyên lezgîn bi hejmarek ji wezaretên karê derve li dewletên Yekîtiya Ewrupî bo gotubêjkirina pirsgirêka penaberên sîrî, awayên peydakirina penaya aram û mirovahî a demkî, û misogerkirina rewşên ku wan dûrî metirsya dixe kiriye.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
31ê Tebaxê 2015