Ji bo ronîkirina pêşhatên kongireya Cinêvê, û nûnertiya Kurdan têde, û pirsgirêka vexendinên beşdariyê, û rewşa Partiya Dîmoqrat A Kurd Li Sûriyê(Elpartî).
Beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ev dîdar bi Guman Hisên re endamê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî û serkirdeyê di Partiya Dîmoqrat a Kurd li Sûriyê(Elpartî) kir.
Di nerîna te de wê rikberiya Sûriyê di kongireya Cinêv 3 de beşdar bibe, û danûstandin wê çawa bin ?
Di destpêkê de wê rikberî li Cinêv3 beşdar bibe eger aliyê din pabend be bi Cinêv1, û di destpêkê de wê bi rengê gotûbêjan be paşre wê bighê asta danûstandinan di riya du şandeyan re, ku yek jê nûnertiya rêjîma Şamê dike û ya din nûnertiya rikberiya Sûrî ya ji aliyê desteya bilind ya danûstandinan ya di kongireya Riyadê de pêk hatiye hatiye bijartin, û wek tê zanîn ku kongireyê Riyadê aliyên rikberiya Sûriyê bi herdû beşên xwe yên sivîl û leşkerî û tevlî kesayetiyên serbixwe civandibûn.
Tevlî ku di biryarên ji netewên yekbûyî derçûne, amaje nehatiye kirin bi mafê Rûsiya di destwerdana di destnîşankirina beşdarên danûstandinan de, ev mafê Rûsiya di bijartina beşdaran de ji ku tê?
Derbarê biryarên Netewên Yekbûyî û asta guncana wê bi bercewendiyên dewletan re, ew girêdayî ye bi kesên wan biryaran didin, û asta man yan nemana wan ser wan helwestan, ji ber ku di siyasetê de her û her kesin hene li deverên sist di yasa û biryarên Nadewletî de digerin, ji bo sûdewergirtina ji wan ji bercewendiyên xwe re , di riya şiroveyên taybet ji biryarê re, û hewldana keysanîna ji wan sistiyan di riya şirovekirina wan re li gor xwe, û veşartina wateya wan ya rastyeqîne û guhertina wê bi şêweyekî ji şêweyan, ji lewra heye ku hinek bibînin ku ew nakeve xizmeta kêşeya sereke de bi şêweyeke rasterast, da bidin xuyakirin ku ew ne wek wî tiştê hatiye behskirin yan jî li ser hatiye lihevkirin.
Tu çawa ragihandina şanderê Emerîkî bo Sûriyê Maykil Ratnî dixwîne dema di daxuyaniyeke fermî de dibêje ku Hikûmeta Emerîka têgeha “Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ” li gor şêweyê ku rêjîm şirove dike napejirîne, û di heman demê de şîretan li rikberiyê dike û dibêje sûdê ji vê derfetê wergirin da hûn nêtên dilê rêjîmê pê têxin bin ezmûnê de, û ji raya giştî ya cîhanî re eşkere bikin, kî dilxwazên çareseriya siyasî li Sûriyê ne û kî ne dilxwaz in ?
Di baweriya min de Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ya ku hatiye gotin ne bi wê wateya ku tê şirovekirin û piropogenda jêre dibe, ji ber dîtina Emerîkiyan ji Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî re ne wek ya ku rêjîm pêşkêş dike, ya ku di riya lîstina bi wergirandinê re hewl dide ku wateya şêwandî ji hevokê re di nav raya giştî û Civaka Navdewletî de belav bike, da diyar bike ku guhertinên bingehîn di helwêsta Emerîkî de çêbûne, tevlî ku ta niha helwesta Emerîkî hîna pabend e bi tiştên di rêkeftina Cinêv1 de li ser wan hatiye lihevkirin, û ez dibînim ku guhertinên mezin di helwesta Emerîkî di vê derbarê de ta niha tune ne.
Gelo bi rastî tiştê li Cinêvê dibe danûstandin in , yan tenê gotûbêj in destpêkî ne berî danûstandin li gor mercên navdewletî, û ne li gor daxwazên rikberiya Sûrî çêbibin?
Em wek rikberiya Sûrî em karê xwe li ser bingeha Cinêv1 ava dikin, ya ku xalên wê zelal û eşkere ne, ji aliyê desteyeke Hukumdariya Veguhêz bi hemî desthilatan bêyî ku cihê Esed û kesên derdora wî yên ku destê wan bi xwîna Sûriyan bûye tê de hebe, û nejî rola wan di siberoja Sûriyê de hebe. Sebaret danûstandinên ku heye dest pê bibin, tiştin destnîşankirî hene ku divê bên encamdan , û dest bi cîbecîkirina wan bê kirin ji aliyê rêjêmê ve da bide diyarkirin ku ew birastî dixwaze danûstandinan bike û ne hewla pûçkirina rikberiyê dike ji bo hejmarek bêtir ji wan bikuje û derbeder bike, di serê wan daxwazan de ji bo dîtina çakiya niyeta rêjêmê , vekirina dorpêçkirina deveran û gihandina alîkariyên mirovî û azadkirina girtiyan e.
Eger hevrêziya Amerîka û Rûsiya ma ta dawiya dema serokatiya Obama, gelo ev tê wateya ku rikberiya Sûriyê wê daxwazên xwe kêmtir bike di vê demê de? An jî wê ev dem bibe dema mana di cihê xwe de ta ko Cimhûrî serokatiya desthila Amerîka bigirin? Eger rewş weha be gelo çarenûsa ew kesên rojane bi bombebarana Rûsiya û Esed tên kuştin wê çi be?
Dewletên mezin bi taybetî Amerîka, wek dewletek li ser dezgehên dîmoqratî ava ye, pirojeyên wan li gor istratîciyên pir-alî,li ser hemî astan, demdirêj û demên orte û demên nêzîk tên pilankirin, ez dibînim ku rola serokê wan tenê di rêzkirina Pêşindeyan de ye û şopandina istiratîcî û siyasetên ji dewletê re tên danîn li gor bercewendiyên wan, û ji xeta bercewendiyên gelê Amerîkayê dernakevin, lewra ne ji bercewendiya Amerîka ye ku dever têkeve bin kontrola Rûsiya bi tenê de û dijberiya bercewendiyên Amerîka yên istiratîcî bike.
Gelo Bi mana desteya bilind ya danûstandinan li ser helwêsta xwe û kêmnekirina daxwazên xwe di bin tu fişaran de, wê tu sûde jê hebe di dema lihevkirina nêz-tekûz di navbera Rûsiya û Amerîka de?
Fişar her demê hene û Sûriya bûye meydanek ji ecindeyên derekî re, û sedema wê ya bingehîn ew e, ku rêjîmê ji destpêkê de bi darê zorê û tunûtûjî û leşkerî bi şoreşê re da û stand, û xwest ku serê Sûriyan bi hemû pêkhateyan ve bitewîne, û bi xurtî kar kir ji bo ku şoreşê ji pêvajoya wê ya rasteqîne derxîne û wê bişêwîne û wê diyar bike wek şerekî Regezperestî, û bêje ev ne şoreşeke gelêrî ya mezin e ku tevaya pêkhateyên civaka Sûrî beşdarî têde kirine, da xwe diyar bike ku ew parêzvanê kêmnetewan e li Sûriyê, û em wek Kurd me gelek êş û azarên vê rêjîmê bi dehên sala kişandine, nemaze piştî ku Prtiya Be’is desthilat zeft kir, û biryar û yasayên awarte der anîn, û pirojeyên regezperestî dijê gelê Kurd bicî kirin, wek zinara Erebî û kişandina nasnameya Sûrî ji bidehên hezaran ji kurdên Sûriyê û ew wek “ecnebî” hiştin.
Wezîrê karê derve yê Îtaliya Pawlo Cîntîlonî berî çend rojan mukur hat ku rêkeftina Saykis- Pîko li ser şaşiyên dagîrkeriyên mezin ava bû, lê di heman demê de dibêje ku welatê wî parçekirina Sûriyê napejirîne, gelo Cîntîlonî di vê gotina xwe de çi dixwaze?
Em tev dizanin ku rêkeftina Saykis- Pîko encama boçûnên dewletên dagîrker li gor bercewendiyên wan yên wê demê bûn, û ev sînorên hatin danîn li gor bercewendiyên wan berdewam kirin, tekez ev dijî viyana gelên deverê bû, û li gor danîna wan sînoran ev dewletên deverê çêbûn û wek dewletan li Netewên Yekbûyî hatin dîtin, di encamê de dever parçe bû, û nerîna Îtaliya derbarê parçekirinên Saykis –Pîko zelal in, lê ev guhertinên mezin yên li deverê bi tevahî çêdibin, heye ku bihêle nerîneke nû derbarî sînoran çêbibe û careke din bên danîn li gor bercewendiyên dewletên xwedîbandor yên dema niha, ne li gor viyana gelên deverê, lê sebaret bi Sûriyê hêvî ew e ku Hikûmeteke hevgitî Dîmoqratî pir-alî ava bibe ku bibe garantî ji yekîtiya welat re û wî ji parçebûn û jihevketinê biparêze, di riya destûreke hemdemî re ku mafên hemî pêkhateya biparêze û li gor pêşketina şaristanî ya welatên pêşketî be, û kar bi tevahî bê kirin ji bo çesipandina mafê hemî pêkhateyan di Sûriya siberojê de.
Tê zanîn ku ew emzayên ku ji kolana Kurdî hatine komkirin ji bo tevlêkirina kêşeya kurdî û danîna wê li ser maseya Cinêvê bû, lê tiştên ku di dezgehên ragihandinê hatin belavkirin diyar dikin ku ew emza bûn wek alavekî ji ENKS re ji bo xwe bide pêş û nûnertiya xwe ji Kurdan re biçesipîne, gelo armanc jê piştgiriya kolana Kurdî ji ENKS re bû, yan jî armanca bilind bû ku kêşeya Kurdî têkeve rojeva Cinêvê de ?
Helmeta emzayan bi destpêşxeriya Encûmanê bû ji bo gihandina dengê Kurdan di danûstandinên Cinêv3 de, û ew karvedan li ser daxuyaniya Riyadê bû, ya ku amaje bi kêşeya Kurdî têde nehatiya kirin, her weha bersiv bû ji kêmbûna nûnertiya Kurdan di kongireyê Riyadê û desteya bilin ya danûstandinan de.
Gelo emze tenê bi çîroka rewatiya nûnertiya Kurdan di tîma danûstandinan de girêdayî bû yan jî ji bo garantiya rewatiya xistina kêşeya Kurd di Sûriya nû de?
Di baweriya min de armanca sereke ya helmetê ji bo tevlêkirina kêşeya Kurdî di danûstandinên Cinêvê de bû, û ji alîkî din ve wê helmetê diyar kir ku xelk li hersî kantonan ne tenê alîgirên PYDê û rêveberiya xweser in, û nîşana vê yekê ew e ku gelek ji kesên li ser lîsteyê emza kirine, tûşî astengî û girtinan bûn li gelek deverên Kurdî yên ku ev helmet li wan çêbû.
Eger birêz Xelef Dawid wê nûnertiya Desteya Hevrêziya Niştimanî di danûstandinan de bike, Kurdên ku wê di şandeya Hevbendiyê de bin kî ne?
Aliyê Kurd di Hevbendiyê de li gor agahiyên min ji D.Ebdilhekîm Beşar di desteya bilind ya danûstandan de ye , û Fûad Elîko endamê şandeya Rikberiyê ye, û Mistefa Oso di komîta rawêjkariyê de ye, D.Kamîran Hac Ebdo û Kamîran Haco û Siyamend Haco endamên komîta peywendiyên derve yên ENKSê ne wê amade bin ji bo piştgirî û şêwirdariyê, lê Dawid Xelef nûnertiya Desteya Hevrêziyê dike, û kêşeya Kurdî nema windayî ye û nema tê piştguhkirin, û ew bi xurtî di hemîn faylan de amade ye, û di baweriya min de ji bo avakirina dewleteke hemdemî li ser bingeheke distûrî ava be, divê çareyek dadwer ji kêşeya Kurd re di nav kêşeyên Niştimanî bi tevayî de li seranserî welat bê dîtin.
Piştî ku me giringî da warê Niştimanî û Kurdî yê giştî xweska tu karibe tiştên di hindirê Prtiya we de zelal bike û çine ew tiştên nahêlin ku kongireyê partiya we li dar bikeve? Gelo nakokî di nav endamên sereke de hene li ser pileya Sikretêr?
Bi rastî nakokî tune ne lê guhertin di nerînan de derbarê kongir de hene, ji ber ku dema xwe ya yasayî derbas kiriye, bê guman lidarxistina kongir pir giring e piştî parçebûna di partiyê de çêbû û hilgirtina me ji barê partî re ji sala 1998 ta niha, û me hewl da ku em giringiyê bidin vî warî, nemaze piştî biryara ne-heqî ya ku derbarê partiya me ji aliyê ENKS ve hat standin, û me giringiya mezin da vegera partiyê li nav ENKS ku ew cihê partiya me yê xuristî ye, û em niha nêzîkî lidarxistina kongirê Partî ne, di hundurê partî de ti nakokî li ser ti pileyan tune ne , ne pileya sekretêr û ne ya ofîsa siyasî û ne ya komîta navendî, û ez ji te venaşêrim ku hîn behsa van mijaran di komîta navendî de nehatiye kirin, û em bizavê û kar ji bo çesipandina viyana Kongir dikin, û ne ji bo biryar di destê kesinan de be, em daxwaza dîmoqrsiyê dikin, lewra divê em di destpêkê de di partiya xwe de pêk bînin berî em daxwaza pêkanîna wê ji kesekî din bikin, û divê em van têgahan biçesipînin da em karibin partiya xwe pêşde bidin berû partiya dezgehan ve, lewra mafê berbijartinê bi her endamî re heye, û xwe bike kandîd ji çi pileyê re eger şert û mercên wê pileyê tê de peyda bibin, bi taybetî pileya sikretêr , eger karîna wî kesî hebe ku bar hilgire û serkêşiya partî di vê qonaxa hestyar de bike.
tu dikarî rewşa partî diyar bike ji aliyê rêvebirina karûbarê wê de di dema ku niha hûn bê Sekretêr in?
derbarê birêvebirina partî di rewşa bêsikirtêrbûnê de, biryara komîta navendî zelal e ku wê Bîroya Siyasî erkdar kiriye ji bo bi rêvebirina partî û bi taybetî di qûnaxa piştî perçebûnê de ta em bighên lidarxistina kongir, ev qûnax ezmûnek e ji mer e, gelo serkêşiya tevayî dikare bi rengekî hevrêzkar û xurt kar bike yan jî em ê li sikretêr vegerin? her weha nerîn û pirojeyin din jî hene û tev jî wê di kongir de bên pêşkêşkirin, em bi hêvî ne em bigihên biryarinan li gor têkoşîna gelê me û kêşeya wî ya rewa bin, û bizav bibe ji bo biryardana bi mafê wî yê netewî yê rewa di Sûriya nû de.
Tu çawa peywendiyên partiya we bi hevpeymanê xwe yê dîrokî (Partî Demoqrata Kurditan- Îraq) re dibîne, eger ew peywendî bên berhevkirin bi yên serdema sikretêrê berê yê hatî bidûrxistin re?
Em di qonaxa pêşxistina peywendiyan de ne û avakirina bihêztirîn peywendiyan niha jî û di demên pêş de jî.
Tu dixwazî tiştekî din bibêjî û gelo tu bi gotûbêjên Cinêvê çakbîn î yan jî reşbîn î, û çi egerên geşbînî û reşbîniyê hene?
Bi rastî ez naxwazim reşbîniyê belav bikim, lê gotinên xweş yên ku rastiyê paşguh dikin, zirara wan li ser mirov pirtir e ji dana rastiyan, tevî ku ew rastî ne cihê kêfxweşiyê bin jî, û li gor xwendina min ya siyasî , barûdox û rewşa babetî hîn nestewihaye, û bercewendiyên dewletên têkildar bi rewşa Sûriyê ew jî nestewiha ne, û rewşa siyasî li Sûriyê hîn mij e û zelal nebûye, lê divê xebat raneweste û divê çareseriya siyasî li Sûriyê tevlî bidûrxistina Esed û kesên derdora be, ji ber ku ew bwepirsên sereke ne di ber wêrankirina tevahiya welat de bi mirov kevirên xwe ve.