Komîsyarê Neteweyên Yekgirtî yê mafên mirovan Zeyd Re’ed Al Hisên, îro,got; birçîkirina welatiyên sivîl li Sûriyê heye ku bigihê asta Tawanên Cengê, û ew bi xwe tawanek li dijî mirovahiyê ye, divê kesê ku pêk aniye bê dadgehkirin û nabe bikeve ber lêborînekê ku girêdayî bi dawîhatina şer be.
Al Hisên di lêdwaneke rojnamevanî de zêdetir got:”Em li vir in da di bîra her kesî de bînin ku tiştên rû didin dê bighên asta tawanên cengê yan tawanên li dijî mirovahiyê, lewma lêborîn ne mumkin e.
Herwiha wek amajedanekê bi birçîkirina xelkê li Medaya dorpêçkirî ji aliyê hêzên rêjîmê û milîsên terorîst yên Hizbulaha Libnanî, herwiha dorpêçkirina 15 bajar û bajarokên din li Sûriyê,got:”Ev ne tenê tawaneke cengê ye, ev tewanek li dijî mirovahiyê ye, eger ev yek li dadgehê hate çesipandin”.
Hisên daxwaza serbestberdana bilez ji bihezaran ji girtiyên bê sûnc re kir ku di girtîgeh û jêrzemînên ewlehiya rêjîma Esed de ne û got:”Li gor texmînên me bideh-hezaran girtiyên bêsûnc hene û divê bêne berdan.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Rikaberiya Sûriyê Hîşam Merwa tekez kir ku:”Rêjîma Esed biryarên Encumena Ewlekariya Navdewletî binpê dike dema ku dorpêçê li ser sivîlan asê dike û wan birçî dike û nahêle ku derman û alîkariyên xwarinê bighên wan, helbet ev yek li jêr sîwaneke leşkerî asîmanî pêk tê, ji dema êrîşên Rûsya dagîrker li ser welatê me ,di heman demê de rêjîma Esed Civaka Navdewletî dixapîne derbarê operasyona Siyasî û rûniştina li ser maseya goftûgoyan, ew jî li jêr sîwaneke siyasî Rûsî .
Cîgirê serokê Hevbendiyê got:” Esed dixwaze ji her çareyeke siyasî re li Sûriyê keleman biafirîne yan têk bibe di rêya berdewamiya dorpêçkirina sivîlan û astengkirina gihiştina derman û xwarinê ji bo wan, di dema ku kes nikare zorê li Esed bike derbarê cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê yên ku daxwaza rakirina dorpêçê û derbaskirina alîkariyan dikin, ti çare nîne jibilî xurtkirina Artêşa Azad a Sûriyê da ku dorpêçê rake di rêya pirçekirina wê bi çekên coreyî û yên dijî mertalan, da ku dorpêçê bişkînin û jiyana xelkê ji nêza-mirinê biparêzin.
Jêder: Henbendî