Wezîrê derve yê Erebistana Si’ûdî Adil Elcibêr careke din piştgiriya welatê xwe ya leşkerî bo artêşa azad piştrast kir, heger danustandin têk biçin, û amaje bi alîgiriya Erebistanê bo helwesta opozisyona Sûriyê kir ji bona beşdarbûna wê di danustandinên Jinêv3 de.
Duhî li Riyadê û di kongirekî rojnamevanî de digel hevkofê xwe yê Tirk Mewlûd Cawîş Oglo, Elcibêr got ku pêwîst e danustandin giraniyê bide veguhestina desthilatê ji Bişar Esed û dariştina destûreke nû û encamdana helbijartinan, û pêwîst e hîç rola Esed nebe di Sûriya paşerojê de.
Û got ku şanda opozisyonê çû danustandinan bo van armancan, û dupat kir ku welatê wî piştgiriya opozisyonê dike heger danustandin helbijart yan na.
Elcibêr bal kişand ku heryrk ji Erebistana Si’ûdî û Tirkiyê kar dikin ji bo piştgiriya opozisyona Sûriyê di hemû aliyan de û helwesta herdu welatan piştgiriya birayên Sûrî ye.
Ji aliyê xwe ve Oglo got ku opozisyona Sûriyê azad e ku danustandinên aştiyê baykot bike dema xwestekên wê bicih nebin.
Her weha Oglo got: “Me ji opozisyonê re got ku mercên xwe pêşniyar bikin bo destpêkirin û berdewamiya gotubêjan, û ew dikarin gotubêjan baykot bikin dema ku xwestekên wan neyên pêk anîn.
Hêjayê gotinê ye ku desteya bilind ya danûstandinan ya hatî dirustkirin ji kongirê Riyadê ji hêzên şoreşê û opozisyona Sûriyê, biryara beşdarbûna xwe ragihand piştî wergirtina gerantiyên navdewletî û navnetewî û ji bona taqîkirina rastgoyîya aliyê din di mawê danustandinan de digel tîma N Y.
Herwiha diyar kir ku beşdariya wê hat li ser pabendî û pêgiriyên navdewletî û xwestekên mirovî, weku destpêkekê bo piroseya danustandinan û temamkirina piroseya veguhestina siyasî bi rêka dirustkirina desteyeke fermandariya veguhêz ya bi tevaya desthilatan.
Jêder: Hevbendî +Wekalat