Li bajarê Kobanê Hêzên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve, ji encumana xwechî ya Encumana Niştimanî ya Kurd xwest ku ofîsa xwe bigire, yan jî destûrnameyê ji wan bistîne, li gor ku Xelîl Mistefa endamê Xwechiya Kobanê ji malpera mere ragihand.
Mistefa diyar kir ku ” xwechî ofîsa xwe nagire û ew ê têde kar û xebata xwe berdewam bikin û destûrê ji ti kesî nexwazin”.
Her wiha Mistefa got ku ev salek di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bû, ta niha ti kar ji bo avakirina bajêr nehatiye kirin, tenê PYD sozan dide, lewra piraniya welatiyan ta niha venegeryane warên xwe.
Jêder: Hevbendî