Ese’ed Elzu’hbî Serokê şanda danustandinkar ya desteya bilind ya danustandinan ya hatî damezrandin ji kongirê Riyad tekez kir ku opizisyon ji daxwza bicihkirina biryara 2254 bi tevahî nekêm û nezêde nayê xwar, û nemaze ji birga 12 û 13 an, û danustandin nayên kirin digel rêjîma Esed berî bicihkirina wan.
Navborî got: “me di hevdîtinên xwe de digel Dî Mestora behsa sê xalan kir, ku ewjî rawestandina bombebarana Rûsiya li ser wargehên şoreşgeran û rakirina dorpêçandanê li ser navçeyên dorpêçkirî ji aliyên hêzên Esed û mîlîşên Hizibulaha terorîst û serbestkirina girtiyan bû û bi taybetî girtiyên jin û zarok.
Peyvdarê fermî yê binavê desteya bilind Salim Elmislit got ku emê digel tîma şanderê navdewletî re behsa rakirina dorpêçkirinê û rawestandina bombebarankirina sivîlan û berdana girtiyan bikin”, hevdem balkişand ku helwesta balyozên girûpa “piştgiriya Sûriyê” di hevdîtina digel desteyê de erênî bû û giranî dan li ser rewşa mirovî.
Herwiha desteya bilind ya danustandinan damezrandina desteyeke şêwerdarî ku ji 40 jinî pêktê ragihand, ku wê wek rawêjkaran beşdariyê bikin di doseya gotubêjan de, hevdem digel tekezkirina pêwîstiya beşdarbûna jina Sûrî di çarçovê desteya bilind ya danustandinan de, û dibe ev yek bibe fakterê bilindkirina astê desteyê ji aliyê nûneayetiya jinan û mifewergirtina ji giştbşiyan û ezmûnên niştimanî ku wê bibe fakter bo serkeftina desteyê û bo serxistina piroseya siyasî di Sûriyê de ku ew bi xwe binemayek ji binemayên serkeftina piriseya veguhestina siyasî ye û herwiha bihêzkirina rola jinê ye di piroseya siyasî de û di pişkdarîkirina wê di çêkirina biryaran de ku wê kartêkirinên erênî bike li ser piroseya danustandinê û li ser paşeroja dewleta Sûriyê.
Jêder: Hevbendî